Rûsya dê li ser biryarên COP28ê çi biryarê bide?

08-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rûsya Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî COP28
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - 28emîn Konferansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guherîna Avhewayê (COP28) 30ê Çiriya Paşînê li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Erebiyê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel serok û serkirdeyên 199 welat û navçeyan beşdarî konferansa herî girîng a avhewayê ya cîhanê bû.

Tê payîn ku li Dubaiyê di Lûtkeya COP28ê de li ser "redkirina sotemeniyên fosîl û geşedana enerjiya venûker" biryar bên dayîn.

Lê Moskowê ji pêş de ragihandiye ku eger di nav biryarên lûtkeyê de ew mijar cih bigire, ew dê li dijî wan bîryaran derkeve.

“Eger biryar dîjî berjewendiyên Rûsyayê be dê bê redkirin”

Parlamenter û Endamê Lîjneya Ekolojiyê ya Dûmayê Oleg Mîxaylov got:

"Bê guman, eger biryarên ku werin girtin bi berjewendiyên Rûsyayê re nakok bin, eşkere ye ku welatê me dê beşdariya vê rêkeftinê red bike.

Hin dewlet, bi rêya pêşvebirina rojeva avhewayê, hewl didin guvaşan li ser welatên din bikin. Bi ya min, ev yek nayê qebûlkirin."

Li gorî Peymana Parîsê, divê welatên ku ew peyman îmze kiriye, nehêlin heta sala 2100an germahiya gerdûnî ji du pileyan zêdetir bibe.

Xwegihandina wê armancî jî bi dûrketina ji bikaranîna neft û gazê ve pêkan e lê ev yek dijî berjewendiyên Rûsyayê ye.

“Pêgeha me bêalîbûna teknolojîk e”

Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Stanîslav Mîtraxovskiy wiha anî ziman:

"Rûsya xwedî pêgeheke xwe ye û ew pêgeh nêzîkî pêgehên welatên Ereb ên hinardekarên neftê ye.

Pêgeha me 'bêalîbûna teknolojîk e'. Wateya wê ew e ku li gorî rewşa her herêmeke cîhanê, her welat dikare bîrayereke xwe hebe.

Bêalîbûna teknolojîk ev e û ew jî pêgeha Rûsyayê ye ku hatiye ragihandin û bi belgeyê ku jê re dibêjin Doktrîna Avhewayê ya Rûsyayê, hatiye çespandin.

Şandeya Rûsyayê ku beşdarî di Lûtkeya COP28ê dibe, heman belgeyê esas digire."

Çavdêr amaje dikin, dema ku di Lûtkeya COP28ê de karesata avhewayê dihat gotûbêjkirin, Vladimir Putin li ser hinartina nefta ji Rûsyayê danûstand dikirin.

Herçend metirsiya germbûna avhewayê ji bo Rûsyayê hîn zêdetir be jî ev helwesta Rûsyayê berdewam dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst