Geir Pedersen li ser êrîşên Tirkiyê: Pêdiviya Sûriyê bi şerekî nîne lê bi aştiyê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Amerîkayê careke din tekez kir ku mafê Tirkiyê heye ewlekariya xwe biparêze lê ew ne bi wê yekê re ne ku Tirkiye operasyonekê li “Bakurê Rojhilatê Sûriyê” bike. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Sûriyê Geir Pedersen jî got, “Pêdiviya Sûriyê bi şerekî din nîne lê pêdiviya wê bi aştiyê ye.”

Amadekariyên grûpên çekdar ên nêzîkê Tirkiyê ne li bakurê Sûriyê.

Çekdar jarjorên çekên xwe tejî fîşek dikin û li benda glopa kes a Enqerê ne bo êrîşa ser çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

Ev jî cîvîna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ye ligel berpirsên Sûriyê. Metirsiya egera êrîşa serbazî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ew gihandiye Şamê.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Sûriyê Geir Pedersen got, “Min pirsa êrîşa serbazî anî rojevê û daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar li seranserê Sûriyê dikin rewşê aram bikin û hewl bidin nîv aramiyek vegerînin Sûriyê. Ev jî bi nerîna min peyameke girîng e ku pêdiviya Sûriyê bi şerekî din nîne lê pêdiviya wê bi aştiyê ye.”

Egera êrîşa bejahî ya Tirkiyê, gelek alî xistine nav tirsê û di ser hemûyan re jî, Amerîkaya hevpeymanê Enqerê.

Berdevkê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby anî ziman, “Em naxwazin ti operasyoneke serbazî li bakurê rojavayê Sûriyê bê kirin ku bibe sedema çêbûna metirsiyê bo ser xelkê sivîl, herwiha metirsî bo ser serbaz û karmendên me li Sûriyê û ligel şerê dijî DAIŞê.”

Roja 7ê Kanûnê, Berdevkê HSDê Ferhad Şamî ragihand ku eger Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bike, dibe zêdeyî 5 milyon kes koçber bibin.