Hikûmeta Almanya: Rewşa Tirkiyê di warê mafên mirovan de ne baş e

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanya di rapora xwe a 15mîn a Siyaseta Mafên Mirovan de, ragihandiye ku rewşa Tirkiyê di pirsa mafên mirovan de di gelek waran de ne baş e.

Rapora Hikûmeta Almanya dema di navbera Cotmeha sala 2020an û Cotmeha sala 2022an de li xwe digre û nexşerêya siyaseta hikûmetê destnîşan dike. Rapor ji aliyê kabîneyê ve hate pesendkirin.

Di raporê de beşekî taybet li ser Tirkiyê hebû û di warên azadiyan û serxwebûna dadweriyê de rexne li Tirkiyê têne kirin.

Rapor dibêje: “Li Tirkiyê azadiya ragihandinê û raderbirînê jî di bin parêzbendiya destûrî de ne, lê şêweya nirxandin û pêkanîna yasaya rûbirûbûna terorê û cezakirinê, astengiyan li pêşiya azadiyan derdixin.”

Rapor dide zanîn ku lêpirsîn û pêvajoya darizandinê di gelek dozan de nîşan dide ku daraz ne serbixwe ye û li hemberî rexneyan û peyamên li ser torên civakî tedbîrên tûnd werdigrin û bibîr dixe ku di rapora Rêkxistina Rojnameyên Sînornenas a sala 2022 an de Tirkiyê rêza 149an di rêzbendiya 180 welatan de girtiye.