Swêd: Em niha fikarên ewlekariya Tirkiyê baştir fêm dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Danûstandinên bo Endamtiya NATOyê yê Swêdê Oscar Stenstrom got: "Em niha fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê baştir fêm dikin. Ev yek herwiha dê ewlehiya Swêdê jî zêde bike."

Berpirsê Danûstandinên bo Endamtiya NATOyê yê Swêdê Oscar Stenstrom ragihand ku ew pabendê sozên xwe ne, ku xalên rêkevtina li Lûtkeya Madrîdê ya bo endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê hatiye îmzekirin cîbicî bikin.

Oscar Stenstrom diyar kir ku sozên ku di çarçoveya rêkevtinê de hatine dayîn, hikûmeta Swêdê weke karê xwe yê sereke dibîne û got: “Em hemî li ser wê dixebitin, em dê tevahiya xalên rêkevtinê pêk bînin.”

Stenstrom bal kişand li ser “yasaya terorê” û got: “Ev yek dê jiyanê ji bo her kesê ku di her sûcekî terorî de heye, bi taybetî jî li ber kesên tevlî PKKê bûne dijwartir bike.”

Bi gotina Stenstrom têkiliyên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de dema ku Swêd wek endamê NATOyê bê qebûlkirin dê “hêj xurtir û baştir” bibin.

Berpirsê Danûstandinên bo Endamtiya NATOyê yê Swêdê herwiha tekez kir ku welatî wî hatiye guhertin û got: “Em niha metirsiyên ewlekariya Tirkiyê baştir fêm dikin. Ev yek herwiha dê ewlehiya Swêdê jî zêde bike.”

Stenstrom di heman demê ani zîman ku "fînansekirina terorê, fînansekirina PKKê" ji bo Tirkiye û Swêdê gef e û destnîşan kir ku ev yek jî zirarê dide civaka Swêdê.

Herî dawî Stenstrom got: “Divê Swêd ji ti terorîstan re nebe penageheke ewle û nabe, ji ber vê yekê em hevkariya xwe ya di navbera dezgehên xwe yên ewlehiyê de zêde dikin. Ji bo vê yekê em fonên zêdetir vediqetînin. Em dê kêfxweş bibin ku bi NATOyê re hevkariyê bikin.”