Agirê Kalîforniya 25 hezar kes derbider kirin

08-12-2020
RÛDAW
Nîşan Kalîforniya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirekî bi têhn bi daristanên başûrê Kalîforniya ketiye ku ji ber ba bilez berfireh dibe û bi hezaran kes jî derbider kirine. Berevaniya Şaristanî ya Orange County dibêje, agir piştî şewitandina 29 kîlometre duca, têkdana 28 xanî û zerargihandina 19ên din, hêj nû ji sedî 50 hatiye kontrolkirin.

Li Silverado Canyon, Black Star, Parker Canyon û çendîn bajarokên din valakirina neçarî li ser xelkê hatiye ferzkirin. Daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku ji wan cihên gef li ser heye birevin, heta niha 25 hezar kesan ji ber wî agirê malên xwe bicîh hiştine û du karmendên agirvemirandinê jî birîndar in.

Hefteyeke agir bi daristanên Kalîforniya ketiye û helîkopter û aliyên peywendîdar bi vemirandina agir ve mijûl in. Piştî Alaska û Teksasê, Kalîforniya wilayeta herî mezin a Amerîkayê ye, rûberê wê 423970 kîlometre duca ye, 133 hezar kilometer duca jî daristan e.

Daristanên Kalîforniya bi wê yekê navdar in ku agir bi wan dikeve, beşek ji ber bûyerên xwezayî wek birûsk û beşek jî bi qest xelk agir bi wan dixe. Di sala 2019an de 7860 caran agir bi daristanên Kalîforniya ketiye û 51 kîlometre duca daristan şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst