SPD: Me planekî taybet ji bo penaberan amade kiriye

08-12-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
ongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) li bajarê Berlînê birêve çû
ongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) li bajarê Berlînê birêve çû
Nîşan SPD Almanya Penaber Koçber
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Kongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) li bajarê Berlînê birêve çû û gotûbêj li ser plan û bernameyên wê partiyê yên paşerojê hatin kirin. Yek ji mijarên sereke yên kongreya SPDyê jî, mijara penaberan bû ku niha li Elmanyayê gelek gotûbêj li ser têne kirin.

Partiya SPD dibêje, wan planekî taybet ji bo penaberên biyanî heye. Wezîra Karûbarên Malbatê ya Elmanyayê jî dibêje, wan plana xwe ya ji bo penaberan rêkxistiye û li gorî wê yekê jî dê hêsankarî ji bo penaberan bêne kirin da ku bikarin beşdarî civaka wî welatî bibin.

Ragirtina hevsengiyê li piştevaniya bo koçberan li dest nedana dengên şeqam û rûbirûbûna partiyên rastgir, bûye erkeke dijwar ê partiya netewî ya Almanyayê.  

Wezîra dewletê ya taybet bo siyaseta koçberan Aidan Osogos li ser vê mijarê dibêje, “Piştî pêlên koçberiyê, me kariye yasayên xwe yên di derbarê koçberan de bicîh bikin. Tişta ji hemûyê jî girîngtir ew bûye ku proseya biryardana li ser yekalîkirina mafê penaberiyê bi awayekî bilez bimeşe. Divê koçber biçin korsa ziman. Divê şansê wan ê karkirinê hebe. Em naxwazin koçber li vir bê kar bimînin û divê bêyî mafê karkirinê nemînin. Lewma jî me biryar da ku beşek ji wan koçberan fêrî pîşeyekê bibin ku bikarin li vir bimînin û neyên dîportkirin.”

Sosyal Demokrat ew partî bûn ku pêdagirî kirin û di dema pêkanîna hikûmetê de daxwaz kirin ew koçberên ku tenê mafê penaberiyê yê yek salî ne, bikarin malbatên xwe bi rêyeke fermî bînin bo Almanyayê û bi vê boneyê ji Tebaxa 2018an ve mehane hezar kes bi fermî gihiştine Almanyayê. Hatina wê rêjeya zêde ya penaberan erkekî wisa xistiye ser milê partiyên Sosyal Demokrat ku vê rewşê bo hemwelatiyên Almanyayê zelal bikin û nîşan bidin ku hemû penaber ne tundrew in.

Aidan Osogos goitnên xwe berdewam dike û dibêje, “Ew kesên ku ji terorîstan û zêdebûna tawanan li Elmanyayê ditirsin, mafê wan e ku bitirsin, lê her koçberek terorîst nîn e, lewma jî em ji wan re dibêjin ku me ji bûyerên salên 205 û 2016an ders wergirtine. Me niha peywendiyekî gelek baş a polîsî heye li hemû herêmên Elmanyayê. Em pencemorê ji hemûyan werdigrin û piştre jî wan kontrol dikin. Em xwediyê sîstemekî kontrolkirinê ne li seranserê Elmanya û Ewrûpayê.”

Dirûşma Sosyal Demokratan, hevkarî û pê dayîna şens e bo wan penaberan ku berê xwe dane Almanyayê. Di vê çarçovê de Wezîra Karûbarên Malbatî ya ser bi wê partiyê ve behsa projeya wezaretê ya bo wan koçberan dike.

Wezîra Karûbarên Malbatî Franciska Gifai dibêje, “Ew koçberên ku şansê mayînê werdigrin, divê zarokên wan biçin dibistanê. Li baxçeyên zarokan, bernameya fêrkirina zimanan heye û divê ew jî vî şansî werbigrin. Her wiha dayîka wan zarokan jî divê bikare bibe xwediya derfetên kar. Me li wezareta xwe projeyek amade kiriye bi navê bihêzkirina di pîşeyekê de ku penaber û hinek kesên din ên Elmanî di jiyana xwe de ji bo cara yekem kar dikin. Tişta girîng ew e ku ka em dikarin çi bikin ku koçber weke xwe nemînin û bibin beşek ji civakê. Da ku bikarin bêne bazara kar û bikarin fêrî zimanan bibin. Divê hêsankarî ji wan re bê kirin da ku bikarin beşdarî civakê bibin.”

Parastina sînoran û bilezkirina proseya yeklakirina mafê penaberiyê daxwaza hemû partiyan e, lê bo Sosyal Demokratan siyaseta yekxistin û guncandina koçberan li Almanyayê, pirsekî girîng e ku Sosyal Demokrat naxwaz in  ber bi xeletiyê ve biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst