Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê, ji bo xelata “Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî” Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde pîroz kir.
Alina Romanowskiyê, Diyar Kurde bi rêya hesabê xwe yê Xê pîroz kir û got:
“Pîroz be. Ji bo rola te ya di çapemeniya azad û çalak de spas.”
Diyar Kurde nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê ye û bi xebat û jêhatîbûna xwe balê dikişîne.
Romanowskiyê bi bîr anî ku Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê (AFPC-USA) Diyar Kurdê di nav nûçegihanên herî baş ên li Amerîkayê de nîşan daye.
Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve bên xelatkirin.
AFPC-USAyê ji bo Diyar Kurde gotibû:
"Diyar Kurde rojnamegerekî Kurd e û Birêvibirê Ofîsa Washingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku yek ji saziyên medyayê yên pêşeng e li Rojhilata Navîn.”
Tora Medyayî ya Rûdawê jî Diyar Kurde pîroz kiribû û gotibû:
“Em wergirtina vê xelatê li hemû rojnamegerên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikin.
Wergirtina vê xelatê dê karê Rûdawê bihêztir bike û hemû hevkarên Rûdawê jî dilgermtir bike.”
Divê were gotin ku Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê dê 4ê Kanûna Paşîn li Washingtonê xelatên xwe bistînin.
The Association of Foreign Press Correspondents in the USA named Diyar Kurda, Rudaw's Washington, DC Bureau Chief, one of the best reporters in the United States for 2024. Congratulations! Thank you for your contributions to an active free press. #IraqiTalent
— Ambassador Alina L. Romanowski (@USAmbIraq) November 8, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse