Kremlînê gef li welatên Rojava xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokê Rûsyayê li hemberî welatên Rojava gef xwar û got, “Eger dest danin ser mal û milkên Rûsyayê, Rojava dê bi maliyetên qanûnî re rû bi rû bimîne.”

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand, eger Rojava biryareke neqanûnî bide ji bo destdanîna ser samanên Rûsyayê yên li derveyî welêt û veguhestina wan ji bo Ukraynayê, ev yek dê bibe sedema "lêçûnên qanûnî yên pir giran" û tedbîrên bersivdanê.

Dmitriy Peskov anî ziman ku meyla destdanîna ser samanên Rûsyayê ya bi awayê neqanûnî ji mêj ve li Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê tê dîtin.

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov wiha axivî: 

“Ev yek dê bibe sedema lêçûnên dadgehî û hiqûqî yên pir giran ji bo wan ên ku dê biryarên wiha bidin û yên ku dê biryarên wiha bikar bînin. Helbet em dê li ser tedbîrên bersivdayînê jî bixebitin.”

Piştî destpêkirina operasyona taybet a li Ukraynayê, welatên rojava mal û milkên Rûsyayê cemidand û cezayên li dijî wê sepand.

Wezîrê Darayî yê Rûsyayê Anton Siluanov eşkere kiribû ku 300 milyar dolar hatine cemidandin ev hema hema nîvê samanên zêr û diravên Rûsyayê yen li derveyî welat e.

Rûsyayê astengkirina servet û û samanên wê û veguhestina wan, bi neqanûnî dinirxîne.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ev kiryar wekî diziyê wesf kir.

Ukrayna israr dike ku samanên Rûsyayê jê re werin veguhestin ji bo jinûveavakirina welat piştî şer.