Li Etiyopyayê krîz; molet bi fermandarê artêşê hat dayîn

08-11-2021
RÛDAW
Nîşan Ahmed Abiy Artêşa Rizgarî ya Oromia Addis Ababa Eniya Rizgarî ya Gelê Tigrayê Gedion Timothewos
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Eniya Rizgarî ya Gelê Tigrayê ligel grûpên din ên çekdar dijî desthilatê hevgirtin û nêzîkî Addis Ababa ya paytexta Etiyopyayê bûn, daxwazê ji hikûmeta Ahmed Abiy dikin ku bi danûstandin be yan bi şer divê desthilata xwe radest bike.

Piştî çekdar nêzîkî Addis Ababa bûn, Amerîkayê beşek ji personelên balyozxaneya xwe paşde vekişandin û temê personelên gelekî pêwîst hiştine.

Hevpeymaniya dijî desthilatê ku ji Artêşa Rizgarî ya Oromia, Eniya Rizgarî ya Gelê Tigrayê û heft grûpên din pêk tên, dem dane Ahmed Abiy daku desthilatê bicîh bihêle.

Heta destpêka vê hefteyê şer û pevçûn li derdora Addis Ababa paytext berdewam bûn, artêşa Etiyopyayê bi fermandariya Ahmed Abiyê xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê şerê man û nemanê dike.

Roja Înê Ahmed Abiy daxwaz ji xelkê xwe kir ku berevaniyê bikin û qurbaniyan bidin bo parastina welat ji çekdaran.

Hefteya borî Wezîrê Dadê yê Etiyopyayê Gedion Timothewos da zanîn ku hikûmeta welatê wî rewşa awarte li ser asta niştimanî ragihandiye, ji ber hêzên “Eniya Rizgarî ya Gelê Tigrayê” ber bi Addis Ababa paytext pêş ketine.

Nêzîkî 11 meh berî biha şerekî giran ê çekdarî di navbera artêşa Tirkiye û hêzên ser bi Herêma Tigrayê de derket û di encam de bi hezaran kes ji serbaz, çekdar û xelkê sivîl hatin kuştin û milyonan kes jî ji Herêma Tigrayê ber bi navçeyên sînorî yên bakurê herêmê derbider bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst