Bandora hilbijartinên Amerîkayê li ser welatên cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina 46emîn Serokê Amerîkayê ne tenê bo nav Amerîkayê lê bo welatên cîhanê jî bandoreke wê ya cuda ya siyasî aborî dibe, lewra her kesek bi çavê berjewendiyên welatê xwe derbarê encamên hilbijartina serokatiya Amerîkayê de diaxife.

Xelkê Moskowê derbarê hilbijartina Biden de dibêjin, Biden kesekî hişk e û peywendiyên navbera Moskow û Washingtonê aloztir dike. Akinciyên Moskowê ji danûstandina Trump jî ya ligel Rûsyayê nerazî bûn, dibêjin Trump di propagandeyên xwe de peyman da peywendiyan ligel Rûsyayê bihêz bike, lê sozên wî ne di asta bendewariyê de bûn.

Daniela Foksha, akinciya Moskowê dibêje, “Donald Trump aramtir bû ligel Rûsyayê. Niha Biden yasa û rêsayên xwe cîbicîh dike ku bandore li Rûsyayê dike. Li bihayê dolar temaşe bikin çi bi ser de tê.”

Roman Nikolayenko , akinciyê Moskowê radigihîne, “Ne serkeftina Trump û ne ya Biden pêşketineke mezin di peywendiyên Amerîka-Rûsyayê de çênake. Di dema serokatiya xwe de Trump digot, peywendiyên ligel Rûsyayê baş dikin, lê tiştekî baş jê derneket. Biden eşkere dijî Rûsyayê ye. Ka bibînin Biden çi dike eger bû serokê Amerîkayê.”

Herwiha karvedana cuda ya xelkê Pekîna paytexta Çînê jî li ser hilbijartina Joe Biden wek 46emîn serokê Amerîkayê heye, beşeke wan a zêde bi serkeftina Biden kêfxweş in û dibêjin, Trump şerê aborî di navbera Amerîka û Çînê de mezin kir, gelek alozî di peywendiyên herdu welatan de derxistin, Çînî bi hêvî ne Biden wan aloziyan nehêle.

Xu, akinciyê Pekîn diyar dike, “Bi baweriya min divê pîrozbahiyê li Biden bikin, ew nîv sal e kar dike daku bibe serok. Bi baweriya min xelk wî dixwazin. Amerîka welatê azadî û demokrasiyê ye, xelkê deng daye û divê qebûl bikin.”

He, akinciya Pekîn diyar dike, “Min çaverê dikir Trump bisernekeve. Hinek amaje hebûn ku dixesire. Lê zêde li ser Biden nizanim….. Di dema serokatiya Trump de, peywendiyên navbera Çîn û Amerîkayê gelekî aloz bûn. Bi nerîna min bi serkeftina Biden ew peywendî asayî dibin.”

Li gor encamên ne fermi Berbijêrê Demokratan Joe Biden li pêş Trump e û dengên pêwîst bidest xistine bo bibe serokê Amerîkayê. Bi destbikarbûna serokê nû yê Amerîkayê tê çaverêkirin ku guhertinên mezin ên siyasî û aborî li nav Amerîka bi xwe û cîhanê jî çêbibin, lewra ew welatên ku di wê baweriyê de bûn Trump zerarê dighîne peywendiyên wan, bi encaman kêfxweş in û berevajiya wê welatên dostê Trump nîgeran in, ji ber ditirsin siyaset û stratejiyeke Biden a berevajiya Trump hebe û zerarê bighîne berjewendiyên wan.