Kamala Harris… Ji gundekî Hindistanê bo cîgira serokê Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Bapîrên Kamala xelkê gundekî Hindistanê ne, bavê wê bi regez Hindî û dayîka wê jî Jamaicî ye, herdu koçber bûn li Amerîkayê, dibe yekem jin ku postê cîgirê serokê Amerîkayê werbigire, akinciyên gundê babîrên Kamala bi serkeftina wê kêfxweş in, li nav Amerîkayê jî çermreş li bendê ne ku bandora Kamala li ser îdareya Amerîkayê hebe û cudahî û nîjadperestiyê nehêle, ew bi xwe jî tekezê li ser vê yekê dike.

Ev peywendiya navbera Joe Biden û Kamala ya cîgira wî ye ku pîrozbahiyê li hev dikin, yekem jin di dîroka Amerîkayê de dibe cîgira serok. Çîroka Kamala Harris balkêş e, bapîrên wê li gundê Thulasendrapuram jiyane, keça du koçberên Jamaicî û Hindî ye, akinciyên gundê bapîrên Kamala bi serkeftina wê kêfxweş in û peyamê jê re dişînin, 350 kes li gund rûdinên û dixwestin biserkeve.

Arulmozhi Sudhakar , akinciya gundê Thulasendrapuram dibêje, “Em gelekî dilxweş in, pîrozbahiyê li Kamala Harris dikin, ji siyê mehê ve li benda serkeftina wê ne û gelekî kêfxweş in bi serkeftina wê û dîsan pîrozbahiyê lê dikin.”

Akinciyên gund bi zimanê Hindî û Ingilîz dibêjin, şanaziyê pê dikin, li gund posterekî mezin ê Harris hatine daleqandin û xelk jî li benda encamp û zanyariyên hilbijartina serokatiyê ne, nîjadperestî wek Kamala dibêje, yekem kar e rûbirûyî bibe, wê di kampanya hilbijartinê de hertim tekez li yeksaniyê kiriye, wekheviya jin û mêr û yeksaniya hemû Amerîkiyekî.

Dr. Dana Williams  ji Zanîngeha Howard diyar dike, “Xelk berdewam dibêjin, jinên çermreş, demokrasiya Amerîkayê rizgar dikin, ew rast e, jinên çermreş deng didin xwe, deng didin xwe, mafên civaka xwe, zarok û neviyên xwe ku hê ji dayîk nebûne, jinên çermreş fam dikin ka dê vê yekê çawa pêk bînin.”

Gelek bendewariyên çermreşan ji Kamala hene, zêdetir ji wê jî xelk bi giştî li Amerîkayê li bendê ne Biden û Kamala wekheviyê vegerînin nav Amerîkiyan, her vê jî wiha kir ku piraniya çermreşan deng bidin Biden û hêviyên wan bên dîtin.