Neteweyên Yekbûyî li ser girtina deriyên sînorî hişyarî da

Navenda Nûçeyan – Hemahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî hişyar kir, ku eger li Yemenê deriyên sînorî werin girtin, rewşa mirovahiyê ya wî welatî dê xirabtir bibe.

 

Rêveberê Ofîsa Hemahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî George Huri li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand: “Li Yemenê trajediyeke ji trajediyên herî mezin ên cîhanê pêk tê.”

 

Berdevkê Ofîsa Hemahengiya Karûbarên Mirovî ya NYê Jens Laerke jî di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, piştî girtina deriyên sînorî yên Yemenê, di demeke kurt de bi awayekî neyênî bandor li ser jiyana rojane kiriye.

 

Jens Laerke bal kişande ser wan raporan ku li Yemenê buhayê sotemenî ji sedî 60 zêde bûye û li hember benzînxaneyan rêzên dûrûdirêj çêbûne û tekez kir ku bi girtina deriyên sînorî encamên ku dê derkevin holê metirsîdar in.

 

Roja duşemê 6ê Mijdara 2017an hevpeymaniya ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, ragihandibû ku biryar dane deriyên sînorî yên li gel Yemenê demeke kurt bigrin.