Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê berdewam e

08-11-2016
RÛDAW
Proseya hilbijartina serokatiyê li Amerîkayê birêve diçe
Proseya hilbijartina serokatiyê li Amerîkayê birêve diçe
Nîşan Amerîka Hilbijartinên serokatiyê Hillary Klinton Donald Trump
A+ A-

Virginiya (Rûdaw) – Îro ji saet 07:00ê sibehî li gorî dema Amerîkayê û saet 14:00 li gorî dema Başûrê Kurdistanê, deriyên binke û navendên dengdanê bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê hatin vekirin û proseya dengdanê dest pê kir ku heta niha jî didome.

 

Peyamnêrê Rûdawê li eyaleta Virginiya, Rêbaz Elî ragihand, berî destpêkirina dengdanê û vekirina deriyê navendên dengdanê, hejmareke zêde ya xelkê li pêş wan navendan amade bibûn.

 

Rêbaz Elî got, tişta ku bala medyayên amerîkî û çavdêran kişandiye ser xwe, ev e ku heta niha gelek xelk li ber deriyê binkeyên dengdanê amade bûne, ku ew yek ji bo rêjeya beşdarbûyan giring e.

 

Peyamnêrê me herwiha got, proseya dengdanê yekemîn car li wan eyaletan dest pê kir, ku ketine aliyê rojhilatê Amerîkayê û piştî 3 saetan, navendên dengdanê li eyaletên aliyê rojavayê wî welatî jî vedibin û dengdan têde birêve diçe.

 

Plana hilbijartinên serokatiya Amerîkayê li gorî dema Kurdistanê

 

Saet 08:00ê sêşemî 8ê Mijdara 2016 li Dixville Notch li eyaleta Newhumpshire hilbijartinan dest pê kir.

 

Saet 13:00 binkeyên dengdanê ji bo dengderên deverên din jî hatin vekirin.

 

Saet 16:00 Hillar Klinton, namzedê demokratan li Chappaqua li New Yorkê deng da.

 

Saet 17:00 Donald Trump namzedê komariyan li New York City li eyaleta New Yorkê dengê xwe bi kar anî.

 

Diksvel Nûç li New Humpshire yekemî cih dibe ku encamên hilbijartinan tê de tê ragihandin.

 

Saet 03:00 serê sibehî ya çarşemî 9ê Mijdara 2016, hemû binkeyên dengdanê tên girtin.

 

Saet 03:00ê sibehî çarşemî 9ê Mijdara 2016, Komîteya Çavdêriya Hilbijartinan a Partiya Demorkat li Kolorado kom dibe.

 

Saet 07:00ê sibehî ya çarşemî 9ê Mijdara 2016, namzedê serkevtî dê diyar bibe.

 

Piştî aşkerebûna navê namzedê serkevtî, her du namzed dê gotarên serkevtin û şikestê pêşkêş bikin.









 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst