Berî 48 salan serî li karekî dabû: Bersiv teze hat!

Hewlêr (Rûdaw) – Tizi Hodsona 70 salî berî 48 salan serî li karê akrobatiya bi motorsîkletê dabû lê bersiv nû gihîşt ber destê wê.

Li herêma Lincolnshireyê ya Brîtanyayê Tizi Hodsona 70 salî meha Kanûna Paşîna sala 1976an bi nameyê serî li karê akrobatiya bi motorsîkletê dabû lê bersiva wê ti carî nehatibû.

Tizi Hodson bi nameyeke ku piştî 48 salan gihîşte wê haydar wê bû ku serlêdana wê heta niha di çekmeceyeke postexaneyê de hatiye jibîrkirin.

Li gorî nûçeya BBCyê di nameya ji Hodsonê re hatiye şandin de nameya wê ya ku sala 1976an şandibû û tiştê ku hatibû serê nameyê hatiye nivîsandin.

Hodsonê diyar kir ku vegerandina piştî 48 salan a nameya wê tiştekî “nuwaze” ye û got:

“Min gelekî meraq dikir ku çima ji vî karî ti xeber nehatin lê ez niha zanim.”

Li ser nameya ku jê re hatiye şandin hatiye nivîsandin, “Ji Postexaneya Stainesê vegera dereng. Di paşiya çekmeceyê de hat dîtin. Tenê bipaşketina 50 salî.”

Hodson di van salan de di gelek karên wekî rahênana maran û hespan de xebitiye û fêrî firandina balafira akrobasiyê bûye û li Afrîkayê jiyaye.