ÎTALYA - Rojnamegerên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî komxebata ezmûna otonomiyê bûn

17 demjimêr berê
Hisên Omer
Komxebata li Bolzanoyê / Wêne: Rûdaw
Komxebata li Bolzanoyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Bolzano Komxebat Otonomî
A+ A-

Bolzano (Rûdaw) – Hinek rojnameger û çalakvanên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Îtalyayê beşdarî komxebata ezmûna birêvebirina herêma Bolzanoyê bûn.

Li herêma serbixwe ya Bolzanoyê ya Îtalyayê, hinek çalakvan û medyakarên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê beşdarî komxebatekê bûn ku tê de li ser ezmûna otonomiya wê herêmê semîner hatin lidarxistin.

Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî, bi hevbeşiya Navenda Euracê ya Îtalyayê komxebat li dar xist.

Berpirsê Maseyê Rojavayê Kurdistanê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Hisên Omer jî beşdarî wê komxebatê bû.

Dîroka Bolzanoyê û sîstema birêvebirina wê ya siyasî û dadwerî û pêwendiya wê yên li gel hikûmeta navendî ya Îtalyayê hatin gotûbêjkirin.

Çalakvanê siyasî Hûtaf Qesas ji Rûdawê got:

“Ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û guncav û dewleta welatîbûnê ya rasteqîne pêwîst e em li ser hemû ezmûnên serkeftî yên di vê derbarê de rawestin.

Her wiha divê em tiştê hevşêweyê rewşa xwe jê wergirin çimkî her rewşek taybetiya wê heye."

Beşdarên komxebatê di wê baweriyê de bûn ku tevî zehmetiyan îhtimala sûdwergirtina ji wê ezmûnê mezin e.

"Nakokî li herêma me bêhtir in"

Endama Navenda Civaka Sivîl Dîma Ehmed jî got:

“Ji ber piralîtiya etnîkî û tayifî nakokî li herêma me bêhtir in. Ev nakokî rewşê li Sûriyeyê aloztir dike.

Lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin paşerojê hikumraniyeke baş ji bo Sûriyeyê peyda bikin û em vê ezmûnê li ber çavan wergirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst