TÛNIS - Serokkomar hat hilbijartin lê ji sedî 30ê xelkê beşdarî hilbijartinê nebû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tûnisê serokkomar Qeys Seîd dîsa wekî serkkomar hat hilbijartin lê ji sedî 30ê xelkê jî beşdarî hilbijartinê nebû.

Komîsyona Hilbijartinan a Bilind a Tûnisê encamên ewil ên hilbijartinên serokkomariyê eşkere kirin ku 6ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatin kirin.

Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Bilind a Tûnisê Bilind Farûq Buasker di civîna çapemeniyê de diyar kir ku serokkomarê niha Qeys Seîd, dîsa di hilbijartina serokomariyê de ji sedî 90,69ê dengan standine û bi ser ketiye.

Hat diyarkirin ku di nav namzedên din de Serokê Tevgera Gel Zuheyr El Mexzavî ji sedî 1,97 dengan standine û karsaz Ayaşî Zamal ê ku sala 2020î wekî parlamenter ji Partiya Bijî Tûnisê dest bi siyasetê kiriye jî ji sedî 7,35ê dengan standine.

Farûq Buasker her wiha da zanîn ku ji sedî 28,8ê dengderan beşdarî hilbijartinê bûne.

Profesorê Destûra Bingehîn Qeys Seîd di hilbijartinên sala 2019an de cara ewil wekî serokomar hatibû hilbijartin.