Li Efxanistanê erd hejiya: Herî kêm hezar kes mirin

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Efxanistanê ragihand ku di erdhejê de zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest da.

Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Bîlal Kerîmî bi daxuyaniyekê ragihand:

“Mixabin hejmara miriyan gelekî zêde ye. Kesên ku canê xwe ji dest daye ji hezarî zêdetir e.”

Li parêzgeha Hîratê ya Efxanistanê doh erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan çêbû.

Berdevkê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê Mele Canan Saîk diyar kir ku ji ber erdhejê 7 gundên navçeya Zindecanê ya Hîratê zerereke mezin dîtiye û hejmara kuştiyan zêde bûye.

Li gorî amarên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) doh ji saet 11:00an ve li Hîratê bi hêza 6,3, 5,5, 4,7, 6,3, 5,9, 4,6 û 4,9 erdhejên paşekî çêbûn.

Parêzgeha Hîratê ya Efxanistanê li ser sînorê Îranê ye.

Di erdheja bi hêza 5,9 pileyan a ku meha Hezîrana par li parêzgeha Paktîkayê ya Efxanistanê çêbû de nêzîkî hezar û 200 kesî canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst