Rûsya dê beşdarî Lûtkeya G20 bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Rûsya dê beşdarî Lûtkeya G20 a li Baliyê bibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Rûsya dê beşdarî Lûtkeya G20 ya li Baliyê bibe lê hîn formata beşdarbûnê nehatiye diyarkirin.

Peskov ji RIA Novosti re got, "Rûsya dê beşdar bibe lê format hîn ne diyar e."

Balyozê Endonezyayê yê li Îmarata Erebî Husîn Bagis diyar kiribû ku serokên Rûsya û Ukraynayê qebûl kirine ku beşdarî lûtkeyê bibin lê belê Berdevkê Serokatiya Ukraynayê Sergey Nikiforov ev yek red kir.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî destnîşan kiribû ku ji bo beşdarbûna lûtkeyê dawetname wergirtiye lê heta niha biryar nedaye ku beşdar bibe yan nebe.