Kamala Harris: Kuştina Sulêymanî bû sedem serbazên Amerîkî li Iraqê bikevin metirsiyê

08-10-2020
RÛDAW
Dîbeyta Mike Pence û Kamala Harris birêve çû
Dîbeyta Mike Pence û Kamala Harris birêve çû
Nîşan Hilbijartinên Amerîkayê Mike Pence Kamala Harris‎
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîbeyta berbijêrê posta Komariyan bo postê Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û berbijêra Demokratan bo postê cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harîs li wilayeta Yotta birêve çû.

Beşa herî mezin ya dîbeytê taybet bû bi belavbûna vîrusa Korona û hewlên rêveberiya Trump bo rûbirûbûna wê vîrusê.

Berbijêra Demokratan bo postê cîgirê serokê Amerîka Kamala Harrîs rexne li idareya Trump girtin û got, idareya Trump di rûbirûbûna Korona de bi ser neket û heya niha jî ti planeke wê ya taybet bo rûbirûbûna Korona nîne.

 Kamala Harîs herweha amaje bi wê yekê da ku Trump xiyanet li Hevpeymanên Amerîka kiriye. Derbarê planên Biden, Kamala Harîs got, beşeke serekî ya plana wan wê girîngîdana bi enerciya sirûştî be. Derbarê bazirganiya li gel Çînê de jî Harîs got, Amerîka di rêkeftina bazirganî de li gel Çîn şikestiye.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Amerîka ji ber Korona rûbirûyî kirîzan bûye û ji bo derbasbûna ji belavbûna zêdetir ya Korona, wan çend biryarên zehmet dan, herweha berî dawiya salê jî wê vaksîn amade bibe. Mike Pence herweha da xuyakirin ku ew di babeta Korona de, Çînê berpirs dibînin.

Mike Pence derbarê rêkeftina keş û hewayê ya Parîsê ragihand, wê ziyan digihande pîşesaziya Amerîka. Pence bal kişande ser kuştina Ebû Bekir Bexdadî, Qasim Silêmanî û jinavbirina DAIŞê jî û got, ev tev di dema îdareta Trump de bûne.

Berbijêrê Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence got: “Dema Qasim Suleymanî dixwest biçe Bexdayê bo wêya zerarê bighîne serbazên me, Serok Trump biryara lêdana wî da û hat kuştin, piştî wê jî niha serbazên me silamet in, niha hevpeymanên me parastîtir in.”

Berbijêrê Komariyan bo Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bi vî awayî berevanî li Serokê Amerîkayê kir. Li beramber Kamala Harris got, kuştina Qasim Suleymanî wiha kir ku serbazên Amerîkî li Iraqê bikevin metirsiyê.

Berbijêra Demokratan Bo Cîgirê Serokê Amerîkayê Kamala Harris jî wiha axivî: “Te behsa Suleymanî kir, ka ji vê derê em destpê bikin, piştî lêdana li Suleymanî, êrîşa berevajî hebû bo ser serbazên me yên li Iraqê, ew jî rûbirûyê metirsiyê bûn. Dizanî çi, Donald Trump wan wek piyon dibîne. Ev nerîna Trump e dema behsa serbaz û pêhlewanên me dike.”

Pence behsa mînakeke din kir. Ew jî mijara kuştina karmenda mirovî ya Amerîkî Kayla Mueller bû. Mueller sala 2015ê piştî desteserkirinê ji aliyê DAIŞê ve, di 2015ê de hat kuştin. Berbijêrê Komarî got, eger wê demê Donald Trump serokê Amerîkayê bûya, Kayla nedihate kuştin.

Mike Pence herwiha got: “Divê em balê bikşînin ser wê yekê ku îro dilê Amerîkiyan ligel malbata Mueller e, ligel bav û dayîka wê ne, ku niha ligel me ne li Salt Lake. Rastî ew e dema Joe Biden cîgirê serok bû, derfet hebû Kayla Mueller bê rizgarkirin. Wan bi xwe gotin ku dizanîn Kayla li ku ye.. Malbata Kayla di wê baweriyê de ne, eger serok Trump wê demê serok bûya, Kayla îro zindî bû, lê me karî xelafeta DAIŞê têk bişkînin.”

 

Li gor Pence, kuştina Bexdadî di îdareya Obama de, hatiye paşxistin û piştre Trump karîbû wê biryarê bide.

Piştre jî karîbû biryara kuştina Fermandarê Supaya Qudis, Qasim Suleymanî bide, ev hemû jî, bo parastina Amerîka û hevpeymanên wê bû.

Lê Harris dibêje ku Trump serbazên Amerîkî wek palewan nabîne û ji wan re gotiye xesirî, herwiha ji John McCain re gotiye ku ne hêjayê wê ye jê re bê gotin palewan ji ber ew dîlê cengê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst