PDK-Sê li Lozan Nûredîn Zaza bibîr anî

08-10-2020
Ala Şalî
Ala Şalî
PDK-Sê li Lozan Nûredîn Zaza li ser gora wî bibîr anî
PDK-Sê li Lozan Nûredîn Zaza li ser gora wî bibîr anî
Nîşan Nûredîn Zaza Kurd PDK-S
A+ A-

Lozan (Rûdaw) - Li bajarê Lozan ê Swêsreyê, Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S), bi beşdarbûna gelek siyasetmedar û kesayetiyên Kurd, merasîmeke bîranînê li ser gora Dr. Nûredîn Zaza birêve bir.

Bi vexwendin û rêkxistina PDK-Sê, duho Çarşemê 7ê Cotmehê merasimek ji bo bîranîna Dr. Nûredîn Zaza li ber gora wî, li bajarê Lozanê yê Siwîsereyê tê sazkirin.

Malbata Dr. Nûredîn Zaza jî di wê merasîma bîranîna de beşdar bû.

Gilberte Favre hevjîna Dr. Nûredîn Zaza ragihand ku behsa dawî wesiyeta hevjînê kir û got: “Doktor di demên dawiyê de bê hêvî bibû, çimkî di wê baweriyê de ku gelê Kurd yekgirtî nebû. Wi daxwaza yekbûna Kurdan dikir.Wî dixwest ku Kurd di sistemek hevşêwaya Swêsrî ku sistemeke konfederalî ye de bijîn. Hêvîdarim ku rojekê Kurd jî bigehêjij mafên xwe.”

Dostê Nûredîn Zaza yê bi navê Behzad Diyab jî got: “Doktor Nûredîn Zaza kesayeteke girîng bû û li Swêsreyê jî gelek karên siyasî yên baş kirin.”

Dr. Nûredîn Zaza tenê yek kurî wî heye. Şengo Zaza ku temenî 12 salî bû bavê wî koça dawiyê kir.

Şengo Zaza, kurê Dr. Nûredîn Zaza: “Heta niha jî hemû berhemên bavê min nehatina belavkirin. Me plan kiriye ku hemû berhmên bavê bi çend zimanan were belavkirin weke fransî, îngilîzî û almanî.”

Dr. Nûredîn Zaza di sala 1919an de, li navçeya Madenê ya parêzgeha Xarpêtê ya Kurdistanê ji dayik bûye û di 7ê Cotmeha sala 1988an de, di 69 saliya xwe de Koça daw kiriye û li Lozanê hatiye binaxkirin.

Nûredîn Zaza di 69 saliya xwe de Koça dawîn kiribû, û li Lozanê hatibû veşartin. Dr. Nûredîn Zaza salên xwe yên dawîn li Siwêsra derbas kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst