Komarî û Demokrat li dijî biryara Koşka Spî ne

08-10-2019
Kongres bi tundî dijî biryarên Trump radiweste
Kongres bi tundî dijî biryarên Trump radiweste
Nîşan Çarenivîsa Rojava Amerîka Koşka Spî Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komarîxwaz û Demokratên Amerîkayê li dijî biryara Koşka Spî ya derbarê Sûriyê de ne. Biryara Koşka Spî bo vekişîna ji Sûriyê û vekirina deriyan bo êrîşkirina Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê gelek karvedan li navxweyiya Amerîkayê jî li pêy xwe anîn.

Partiyên Komarî û Demokrat hevnêrîn in ku ev biryara Serokê Amerîkayê biryarekî şaş bûye û nedibû ku ew biryar bihata dayîn.

Hevrabûna piraniya Demokrat û Komariyên Kongresa Amerîkayê li ser mijarekê kêm çêdibe. Lê biryara Koşka Spî bo vekişîna ji Sûriyê û vekirina rê bo Tirkiyê daku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike, Komarî û Demokrat kirine yekdeng û yek helwêst.

Senatorê Komariyan Mitch McConnell wate partiya Donald Trump di daxuyaniyekê de dibêje: "Daxwazê ji serok dikim, wiha bike serkirdayetiya Amerîkayê bibe sedema berdewambûna Hevpeymaniya Navdewletî bo têkşikandina DAIŞê û herwiha rê nede pevçûneke navbera hevpeymanê me yê NATOyê Tirkiye û hevbeşên me yên lokalî dijî terorê li Sûriyê."

Ji xeynî McConnell, hevdem beşeke zêde ya Komariyan ji herdû encûmenê nûneran û pîran ên Amerîkayê li dijî vê helwêsta serokê welatê xwe ne.

Lindsey Graham, yek ji senatorên diyar ên Komariyan e ku bi tundî dijî vê helwêstê ye û hevdem ligel senatorekî din bi nêt in proje-yasayekê di vê derbarê de bidin Kongresê.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham  jî dibêje: "Her tiştek ji destê min bê bo cezakirina Tirkiyê dikim eger yek gav were bakurê rojhilatê Sûriyê, ew peywendiya  min ligel Tirkiyê qut dike, bi baweriya min piraniya Kongresê wiha difikirin, hewl jî didin serok bi vê biryara xwe de biçe."

Hevdem Demokrat jî bi dijwarî li dijî vê biryara Koşka Spî ne, Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê Nancy Pelosi ku hevdem ser bi Demokratan e, di daxuyaniyekê de daxwazê ji Trump dike ku biryara xwe diber çav re derbas bike û herwiha nivîsiye: "Ev biryar, gefeke ciddî ye bo ser asayîş û aramiya navçeyê çêdike, herwiha peyameke metirsîdar e jî bo Îran û Rûsya û di heman demê de bo hevpeymanên me jî, bi wêya ku êdî Amerîka ne hevbeşekî cihê baweriyê ye."

Ev cara duyem e ku Donald Trump biryara vekişînê ji Sûriyê dide, lê herdu caran jî Kongres bi tundî dijî biryarên Trump radiweste û cara yek jî karîn helwêsta serok ya di vê derbarê de biguherin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst