Zanîngeha Harvardê ji bo xwendekarên doktorayê kursa Kurdî vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Harvardê Ehmed Mihemedpûr ragihand ku ji bo xwendekarên doktorayê di beşa Ziman û Çandên Rojhilat de kursa zaravayê Soranî ya Kurdî hatiye vekirin.

Civaknas Dr. Ehmed Mihemedpûr ê ji Rojhîlatê Kurdistanê ku li Zanîngeha Harvardê kar dike li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Mihemedpûr da zanîn ku li Zanîngeha Harvardê cara yekem e ku kursa bi zaravayê Soranî ya Kurdî ji bo xwendekarên doktorayê hatiye vekirin.

Dr. Ehmed Mihemedpûr diyar kir ku ew dê ji dersên Kurdî berpirsyar be.

Herwiha Mihemedpûr ragihand ku ji bo vê kursa yekem gelek kesan navê tomar kiriye.

Dr. Ehmed Mihemedpûr da zanîn ku sê zimanzanên Kurd Dr. Heyder Xezrî, Dr. Mihemed Salih û Dr. Haşim Ehmedzade pirtûkên xwe pêşkêşî zanîngehê kirin ku wek çavkanî bên bikaranîn û  pitûka Dr. Heyder Xezrî wek çavkanî hatiye hilbijartin.

Zanîngeha Harvardê di sala 1636an de hatiye damezirandin û saziya xwendina bilind a herî kevn e ku hîn jî li Amerîkayê perwerdehiyê dide.