Erdogan ji bo beşdarbûna Lûtkeya G-20ê çû Hindistanê

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Lûtkeya G-20 Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi armanca beşdarbûna Lûtkeya G-20ê gihişt Hindistanê.

Îsal Lûtkeya G-20ê li Hindistanê tê kirin. Serok û berpirsên welatên endamên wê grûpê jî ji bo beşdarbûna lûtkeya îsal diçin Hindistanê dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî roja çû serdana Hindistanê.

Erdogan li balafirxaneya Navdewletî ya Delhiyê ji aliyê Balyozê Enqere yê Delhiyê Firat Sunel û hejmarek berpisên hikûmeta  Hindistanê ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehme Şîmşek, Serokê Saziya Îstixbareta Tirkiyê (MÎT)  Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun, Serşiwermendê Serokkomarê Trikiyeyê Akîf Çagatay û hejmarek berpirsên din li gel Serokkomarê Tirkiyeyê ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê di lûtkeya G-20ê de ku 9 û 10ê Îlonê tê kirin, ligel serok û berpisên welatên endamên grûba G-20ê behsa mijarên rûbirûbûna guherîna keşûhewayê dikin.

Erdogan dê di çarçoveya lûtkeyê de hejmarak civîn û hevdîtinanan ligel serokên welatên beşdarî lûtkeyê bûne pêk bîne.

Ev yekem lûtkeya grûba G-20ê ye li Hindistanê û rojhilatê Asyayê bi rê ve diçe û diruşma vê  lûtkeya du-rojî “YEK ZEVÎ, YEK MALBAT Û YEK SIBEROJ” e.

Grûpa Bîst, ji 19 welatan û Yekîtiya Ewropayê pêk tê û sala 1999an hatiye damezrandin.

Armanc vê grûpê çareserkirina wan kêşeyan e, ku rûbirûyî cîhanê bûne, bi taybetî ji aliyê aborî û guherîna keşûhewayê û geşeya cîhanî ve.

Ew grûp ji sedî 80 ji berhema navxwe ya cîhanê, ji sedî 75 ji serederiya bazirganiya navdewletî, du li ser sêyê hejmara nişteciyên cîhanê û ji sedî 60ê rûberê goga zemînê, pêk tîne.

Heta niha 17 lûtke li dar xistine lê vê carê nakokiyên navxweyî û derencamên şerê Ukraynayê lê diyar in.

Her ji ber wan bandorên nerênî û  nakokiyan ti yek ji serokên Çîn û Rûsyayê îsal  beşdarî  lûtkeyê nabin.. Amadenebûna Çîn û Rûsyayê, weke gaveke wan herdû welatan tê dîtin, ji bo lawazkirina wê grûpê.

Di heman demê de bihêzkirin û firehkirina pêgeha grûpa BRICS e, ku wek hevrika  sereke ya G20ê tê dîtin û bêhtir li ser bloka hevpeymaniya Çîn û Rûsya tê hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst