Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku berê xwe daye Almanyayê ji sedî 290 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Daîreya Koç û Penaberiyê ya Almanyayê (BAMF) hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên bi qaçaxî diçin Almanyayê zêde bûye.

BAMFê diyar kir ku di 8 mehên destpêkê de li gor heman mehên sala par ji sedî 290 zêdebûn heye û gihîştiye 29 hezar û 661 kesan.

Daîreya Koç û Penaberiyê ya Almanyayê (BAMF) amarên penaberan ên îsal eşkere kirin.

Li gor amarên fermî piştî welatiyên Sûriyeyê herî zêde welatiyên Tirkiyeyê bi qaçaxî diçin Almanyayê.

Di mehekê de 5 hezar û 544 kes bi qaçaxî çûne Almanyayê

Di meha Tebaxê de 9 hezar û 186 welatiyên Sûriyeyê, 5 hezar û 544 welatiyên Tirkiyeyê û 4 hezar û 217 welatiyên Efxanistanê bi qaçaxî çûne Almanyayê.

Di 8 mehên destpêkê de 29 hezar û 661 welatiyên Tirkiyeyê bi qaçaxî çûne Almanyayê.

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi qaçaxî çûne Almanyayê di 8 mehên destpêkê de li gor heman mehên sala par ji sedî 290 zêde bûye û gihîştiye 29 hezar û 661 kesan.

Di 8 mehên sala 2022yan de 10 hezar û 260 welatiyên Tirkiyeyê bi qaçaxî çûbûn Almanyayê.

Piraniya kesên ku diçin Almanyayê di navbera 20-35 salî de ne.

Amarên ku hatine eşkerekirin kesên ku nehatine girtin û navên xwe tomar nekirine li xwe nagire.

Ji ber hebûna kesên ku navên xwe tomar nekirine jî tê pêşbînîkirin ku hejmar ji ya fermî zêdetir be.

Di 8 mehan de bi tevahî 204 hezar kes bi qaçaxî çûne Almanyayê û hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku diçin Almanyayê ji welatiyên Îraq, Îran, Efxanistan û Somalî zêdetir e.