Berdevkê Hêzên Hevpeyman: YPGê bi dilê xwe binkeyên xwe bicî hiştin

08-09-2019
RÛDAW
Nîşan Myles Caggins Hêzên Hevpeyman YPG Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navnetewî ragihand ku YPGê bi dildarî li deverên ‘Navçeya Aram’ binkeyên bicî hiştine.

Berdevkê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins, derbarê encamdana yekem dewriyeya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê li ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Myles Caggins, dewriyaya hevbeş a herdu dewletan bibîr xist û ragihand, “Hevalbendên me çavdêriya wê proseya jinavbirina wan binkeyên ku YPGê bi awayekî dildarî terikandibûn li wê herêmê, kirine.”

Berdevkê Hvepeymaniya Navnetewî dibêje, hêzên YPGÊ, bi awayekî dildarî binkeyên xwe yên li wê devera, ‘Navçeya Aram’ bicî hiştine û got, “Encamdana dewriyeya hevbeş a îro, pabendbûna me ya bo bersivdayîna fikarên rewa yên emnî yên Tirkiyê, nîşan dide.”

Herwiha Myles Caggins, diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG jî beşek ji wê ye, dê li ser jinavbirina bi yekcarî ya DAIŞê berdewam be.

Hêzên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê îro li herêma di navbera Grê Spî û Serê Kaniyê de, di çarçova pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê, yekem dewriyeya hevbeş encam dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst