KENYA – Şivan û komên çekdar ajelên kovî qir dikin

08-08-2017
RÛDAW
Kenya
Kenya
Nîşan Kenya Ajel Nêçîrvan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li welatê Kenyayê niha gelek kes nêçîra ajelên kovî dijin. Nêçîrvan mijûlbûna hikûmetê bi helbijartinan ve weke derfet bikar tînin û êrîş dikin ajelan û wan dikujin. Herwiha hinek kes jî dibêjin berpirsên hikûmetê jî vê tawanê re çav digrin.

 

Gelek curên ajelên kovî li Kenyayê dijîn. Li welat ji bo jiyana van curên ajelan, jîngeheke guncayî heye. Hikûmetê jî di salên berî de ji bo parastina vê jîngehê gelek kar kirine.

 

Lê ev nêzîkî salekê ye êrîşa ser ajelên kovî li herêma Laykîpa zêde bûye. Vê carê gundiyên xwedan pez, ji bo peydakirina çêrê, nêçîra ajelan dikin.  

 

Herwiha komeke din ê çekdar jî heye, ku dixwaze vê herêmê kontrol bike, bûye gefa ser van ajelan.

 

Di vê mijarê de berpirsên hikûmeta Kenyayê bê xem in, heta hinek berpirs bi hevkariya êrîşkaran tên tawanbarkirin.

 

Berpirsê Pasevanên Herêmê Sîmon Îtrun dibêje: “Eger mirov bi hûr û kûr lê binere, dibîne, ku li pişt vê tundûtîjiyê destekî siyasî heye. Dema em êrîşkaran digrin, ew ji me re dibêjin, siyasetmedaran destûr dane me da ku van giyaneweran ji vê derê derbixin.”

 

Bi gotina Sîmon Îtrun her diçe hejmara ajelan kêm dibe. Herwiha ji ber zêdebûna van êrîşan êdî geştiyar jî serdana vê herêmê nakin.

 

Pasevanên Laykîp bi hêvî ne, ku ji bo pêşiya vê yekê bê girtin, hikûmet demildest gavan biavêje.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst