Xebatên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê dest pê kir

08-08-2015
RÛDAW
Berendamên Komariyan
Berendamên Komariyan
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Xebatên hilbijartinê yên serokomariya Amerîkayê dest pê kirin. Berendamên namzediya serokomartiyê yên Komariyan ji ber rêkeftina etomî ya Îranê êrişî Obama kirin.

Xebat û kampanyaya hilbijartinên sala 2016ê ya serokatiya Amerîkayê dest pê kir. Di qonaxa yekemîn de partiyên Komarî û Demokrat di nav xwe de namzedên xwe hildibijêrin paşê namzedên giştî yên serokatiyê tên kifşkirin.

Şeva borî tevahiya berendamên namzediya serokatiya Amerîkayê yên partiya Komarî, ku hejmara wan 17kes in, li eyaleta Ohio bi fermî dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Xala hevbeş a ku tevahiya hevrikan li hev kom kir, rêkeftina etomî ya Îranê û welatên rojava bû, tevahiya wan ji ber wê rêkeftinê êrişî rêveberiya Obama kirin.

Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê roja 8ê Mijdara sala 2016ê tê lidarxistin. Serokê niha yê Amerîkayê Barack Obama, ji ber ku ev 8 sal in dibe serok, êdî nikare bibe namzedê serokatiyê.

Her çiqas heta niha namzedên her du partiyên serekî yên Amerîkayê nehatine ragihandin jî lê wezîra berê ya derve Hîllary Clînton ji partiya Demokrat şansê herî zêde heye ji bo namzediya serokatiyê.

Li nav Komariyan de jî, şansê birayê Serokê berê yê Amreîkayê, Jebb Bush û senator Ted Crus ji yên din zêdetir tê dîtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst