Hewlêr (Rûdaw) - 12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin herin Ewropayê, li çolên Cezayîrê ji tîna mirin.
Ev demek e koçberên ji Rojhilata Navîn hewl didin bi rêya bejahî û deryayê xwe bigihînin welatên Ewropayê.
12 Koçberên ku dixwestin ji Cezayîrê derbasî Ewropayê bibin û şofêr li çolên Cezayîrê bi otomobîlê di rê de asê man.
Li gorî Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê, li çola herêma Hassi Belvibor a Cezayîrê, gelek cesed li kêleka wesayitê hatin dîtin.
Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê got, “Tîmên me çûn cihê bûyerê û cenazeyên 12 welatiyên Sûriyeyê wergirtin û cenazeyên 2 welatiyên Cezayîrê jî hatin dîtin.”
Hat diyarkirin ku ji ber wesayita ku li çolên Hassî Belvîborê xera bûye û nehatiye temîrkirin rêwiyan ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku wesayit roja sêşema borî winda bûye û doh yekşemê piştî lêgerîna bi saetan hat dîtin.
Cenazeyên 12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û 2 şofêrên ji Cezayîrê rakirin Nexweşxaneya Burc Omer Îdrîsê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse