Penaberê ku ji Denmarkê vegere welatê xwe mafê niştecihbûnê ji dest dide

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Denmark Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Denmarkê ragihand penaberên ku ji bo serdanê biçine welatên xwe mafê xwe yê nîştecihbûnê ji dest didin.

Wezîrê Koçberan ê Denmarkê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew amadekariya derxistina biryareke li ser penaberan dikin.

Li gor biryara Wezîrê Koçberan ê Denmarkê, ew kesên li Denmarkê dijîn û dixwazin bi serdanekê vegerine welatê xwe dê mafê mayîna wan li wî welatî nemîne.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Koçberan ê Denmarkê heger kesek 10 sal bin jî li Denmarkê mabe û vegere welatê xwe dê iqameya wan jî ji wan bê standin.

Wezîrê Koçberan ê Denmarkê diyar kir ku îqame ji wan kesan nayê standin ku di dema serlêdana penaberiyê de gotibin, li welatê wan metirsî li ser jiyana wan heye û nikarin vegerin.

Wezîrê Koçberan ê Denmarkê got, kesên ku îqameya kar wergrtine dikarin bi serdan biçin welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst