NY: Di şerê Ukraynayê de 9 hezar sivîlan canê xwe ji dest dane

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekbûyî Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyariya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve 9 hezar û 177 sivîlan canê xwe ji dest dane û 15 hezar sivîl jî birîndar bûne.

Komîsyariya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) roja Înê 7ê Hezîrana 2023an di rapora xwe ya derbarê Ukraynayê de ragihand ku ji 24ê Sibata 2022an ve ku destpêka operasyona Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê bû, heta 30ê Hezîrana 2023an bi giştî 9 hezar û 177 sivîlan di şer û rûbirûbûnan de canê xwe ji dest dane û  15 hezar û 993 sivîl jî birîndar bûne.

Li gor raporê ji sedî 61ê sivîlên ku canê xwe ji dest dane ji regeza nêr û ji sedî 39ê wan jî regezê mê ne. Saziya navborî di rapora xwe de eşkere kiriye ku ji 24ê Sibata 2022 û heta 30ê Hezîrana 2023an li Ukraynayê 535  zarokan canê xwe ji dest dane û hezar û 95 zarok jî birîndar bûne.

Di raporê de amaje bi wê yekî jî hatiye dayîn ku gelek raporên derbarê canjidestdan û birîndar bûna sivîlan de hê li benda piştrastkirinê ne û tê gotin: “Hejmara rast a canjidestdan û birîndarbûnên sivîl gelekî zêdetir e.”

OHCHR dibêje: “Di nav axa Rûsyayê de 58 kesan canê xwe ji dest dane û 229 kes jî birîndar bûne. Karbidestan diyar kirine ku mirinên herî zêde yên sivîlan di Adar û Nîsana 2022an de û herî kêm jî di Sibata 2023an de çêbûne.”

Di berdewamiya raporê de tê gotin: "Sedemên sereke yên canjidestdan û mirinên sivîl ji ber êrîşên mûşekî bûne û ji bilî çekan bi mînan jî sivîlan canê xwe ji dest dane. Di êrîşên mûşekî de 7 hezar û 653 û di êrîşên bi çekan de jî hezar û 231 wendahiyên sivîl hene. Di teqîna mîn û teqemeniyan de jî 293ê kesan canê xwe ji dest dane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst