Li Holandayê hikûmet hilweşiya

08-07-2023
RÛDAW
Wêne: Reuter
Wêne: Reuter
Nîşan Holanda Hilweşîna Hikûmetê Mark Rutte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Holandayê ji ber ku nikarîbû nakokiya li ser polîtîkaya koçberiyê çareser bike, hikûmet hilweşiya.

Holandî piştî ku bihîstin hikûmeta welatê wan hilweşiya ye bi nîgeranî li ber avahiya serokatiya hikûmetê ya li Laheyê civiyan.

Ev yek jî piştî ragihandineke surprîz hat ku serokwezîrê wî welatî dest ji kar berdana xwe ragihand.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte got “Em hemû gehiştin wê encamê ku em, wate hemû kabîne û her çar hevpeymaniyên ku tê de cih digrin nikarin serkeftî bin. Gehiştine wê encamê ku cûdakariyan çareser nakin. Ji ber vê yekê dest ji kar berdana xwe pêşkêşî qralê welat dikim.”

Hevpeymaniya serokwezîr ji Partiya Xelkê bo Azadiya Demokrasiyê ku Mark Rutte serokatiya wê dike, Partiya Demokrat 66, Partiya Krîstyanên Demokratîk û Yekîtiya Krîstiyanan pêk tê.

Li parlamentoya ku ji 150 kursiyan pêk tê, 77 kursiyên wan hene û bi wî awayî hikûmet pêk anîne.

Lê pirsa koçberan di nav wan de bû sedema nakokiyê û hikûmet hilweşandin.

Ev jî piştî wê yekê bû ku partiya serokwezîr projeyasayek bo kêmkirina wergirtina koçberan dabû parlamentoyê lê aliyên partiyên Krîstiyanên Demokratîk û Yekîtiya Krîstiyanan dijî wê derketin.

Welatî Marijn Philippo dibêje “Bilez û bez çêbû. Nûçe belav bûn ku dibe hikûmet hilweşe û ev yek çêbû. Ez bi fikarim bê ka siberojê, wê ji ber siyasiyan çi bê serê me.”

Holanda yek ji wan welatan e ku gelekî bi zehmetî mafê penaberiyê dide koçberan lê Rûtte dixwest hê zehmettir bike û dema hevgirtina malbatên koçberan bo herî kêm du salan dirêj bike.

Sedema vê yekê jî di sala 2022an de çûna 46 hezar koçberan bo wî welatî bû ku li gor sala 2021ê bi rêjeya %33 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst