Fransayê vegerandina malbatên DAIŞê rawestand

08-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Fransa Malbatên DAIŞê Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransî ragihand ku Fransa dê êdî jin û zarokên çekdarên DAÎŞê ji bakur û rojhilatê Sûriyê venegerînin Fransayê.

Çavkaniya ku ji France Presse re axivî ragihand ku piştî vegerandina jin û zarokên DAÎŞê yên ku xwestibûn vegerin Fransayê, ti kesî din naxwaze vegere Fransayê. Çavkaniya dîplomatîk gotiye ku Fransa nikare bi darê zorê wan jin û zarokên wan vegerîne Fransayê.

Li gor Wezareta Derve ya Fransayê, roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an, 25 zarok û 10 jinên bi regez Fransî yên malbatên çekdarên DAIŞê ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine derxistin û bo Fransayê hatine vegerandin.

Li gor heman çavkaniyê, heta niha Fransayê 169 zarok û 57 jin vegerandine, lê 80 jinên li kampan mane naxwazin vegerin Fransayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst