Projebiryarên Rûsya, Îrlanda û Norwêcê yên li ser Sûriyê hatin vetokirin

08-07-2022
RÛDAW
Projebiryarên Rûsya, Îrlanda û Norwêcê yên li ser Sûriyê hatin vetokirin
Projebiryarên Rûsya, Îrlanda û Norwêcê yên li ser Sûriyê hatin vetokirin
Nîşan Rûsya Îrlanda Norwêc Encûmena Ewlekariya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana endamên Encûmena Ewlekariya Navdewletî li ser projebiryara bo dirêjkirina dema şandina alîkariya mirovî bi rêya deriyê Bab El Hewa bo nav Sûriyê bo dirêjkirina salekê birêve çû. Projebiryar ji aliyê Norwêc û Îrlandayê ve hatibû amadekirin û 13 endaman ji bo erêkirinê destên xwe bilind kirin. Rûsya wek piraniya caran bi dengê na dijî xwesteka Amerîkayê derket, Çînê jî deng neda.

Nûnera Daîmî ya Amerikayê li Neteweyên Yekbûyî Lînda Greenfield got, “Hevkaran ev rojeke reşe li Encûmena Ewlehiyê de. Ev dengdan dê bandoreke bi lez û xirab li 4.1 milyon xelkê li bakurê rojavayê Sûriyê bike ku 5 hezar mîl dûrî vê derê ye.”

Piştî çend xulekan di Encûmena Ewlehiyê de vê carê Rûsya proje biryarek xist rojevê ku tê de pêşniyar dike bikaranîna deriyê bo şandina alîkariya mirovî bo şeş mehan bê dirêjkirin lê Amerîka, Fransa û Brîtanya dijî wê rawestiyan.

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Dîmîtrî Polyansikî anî ziman, “Bijardeya me ya li ber dest bo çûnûhatina Bab El Hewa bo dema salekê ye lê di du qonaxan de dirêjbikin heta ku rewşa mirovî ya wî welatî ber bi başbûnê ve biçe. Hun dibêjin dixwazin rewş baştir bibe lê di rastî de derket gotinên we hemû nerast bûn.”

Li Kampa Ehlî Teha li Îdlîba bakûrê rojavayê Sûriyê 300 malbat dijîn û ew jî beşek ji 4 milyon û 100 hezar welatiyên bakurê rojavayê Sûriyê ne ku rasterast redkirina li Neteweyên Yekbûyî ya dirêjkirina alîkariya mirovî şandina di deriyê Bab El Hewa yê de bandor li wan dike ku di 10ê Temûzê de bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst