Pûtîn: Şerê li Ukraynayê hîn nû dest pê dike

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku "şerê li Ukraynayê hîn nû dest pê kiriye". Her wiha Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku Rûsya "beşeke pir biçûk" ji kapasîteya xwe ya leşkerî bikar tîne.

Vladimîr Pûtîn, gotarek pêşkeşî endamên Parlementoya Rûsyayê kir û got, “Divê her kes bizane ku Rûsyayê heta niha tiştekî mezin nekiriye.”

Vladimîr Pûtîn di axavtina xwe ya ku bang li welatên Rojava de anî ziman, “Em dibihîzin ku dixwazin li eniya şer me bişkînin. Em çi bibêjin, bila hewl bidin. Em dibihîzin ku Rojava dixwaze bi me re şer bike heta ku yek Ukraynayî nemîne. Ev ji bo gelê Ukraynayê trajediyek e lê her tişt ber bi wir ve diçe.”

Li gorî nûçeya BBC, Pûtîn di axaftina xwe de dupat kir ku wan muzakereyên aştiyê red nekirine û got, “Yên ku li dijî hevdîtinên aştiyê ne bila bizanibin ku şer çiqasî bidome, muzakereyên bi me re dê zehmettir bibin.”

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov jî destnîşan kir ku Rûsyayê "beşek pir biçûk" ji kapasîteya xwe di "operasyona xwe ya leşkerî ya taybet" a li Ukraynayê de bikar aniye.

Rûsya ji bo êrîşa ku di 24ê Sibatê de li Ukraynayê dabû destpêkirin, gotina "operasyona leşkerî ya taybet" bi kar tîne.

Rayedarên Rûsî welatên Rojava bi şandina çekên pêşkeftî ji Ukraynayê re, têkbirina aboriyê bi sizayan û berdewamkirina şerê wekaletê li dijî Rûsyayê tawanbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst