Parlamentoya Almanyayê komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) tawanên DAIŞê yên di derheqê Kurdên Êzdî de weke jenosîd nas kir. Parlamenterekî Partiya Kesk jî dibêje, “pêwîst e dabînkirina jiyaneke silamet û aram bo xelkê Êzdî armanca me be.”

Li gor malpera T-Online ya Almanî, parlamentoya Almanyayê bi yekdengî pêşniyara komîteya daxwaznameyan a ji bo bi fermî naskirina wan tawanan wek “jenosîd” qebûl kir û pejirand.

Endamên fraksyona Keskan di parlamentoya Almanyayê de pêşwazî li vê biryarê kirin.

Parlamenterê Keskan Max Lucks derbarê biryarê de got, “Jiyanek di nav ewlehî û aştiyê de, li qada navneteweyî - divê armanca me be ji bo civaka Êzdî.”

Almanya hejmareke zêde ya Kurdên Êzdî dihewîne û civaka Êzdî li wî welatî civakeke mezin û aktîv e. Almanya herwiha yek ji wan çend welatan e ku li dijî rêxistina DAIŞê tedbîrên qanûnî girtine.

Pêştir Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û 10 welatên cîhanê yên wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Belcîka, Kanada û Hollanda tawanên DAIŞ'ê yên li dijî Êzdiyan wek jenosîd nas kirine.

Di Mijdara sala bihorî de dadgeheke Almanyayê bi tawana encamdana jenosîdê li dijî Kurdên Êzdî, cezayê heta hetayê bi ser çekdarekî berê yê DAIŞê de sepand.

Çalakvana keç a Kurda Êzdî û wergira xelata Nobel a Aştiyê Nadiya Murad ku bi xwe ji destê DAIŞê rizgar bûye, biryara parlamentoya Almanyayê weke “serkeftin” bo hewldanên ji bo nasandina tawanên DAIŞê weke jenosîd bi nav kir.

Ev biryara parlamentoya Almanyayê di demekê de ye ku Gulana bihorî, tîmeke lêkolînan a Netewên Yekbûyî aşkere kir ku “belgeyên zelal û bawerpêkirî hene” ku nîşan didin DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî jenosîd pêk aniye.

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşa xwe bo ser Şingalê û derdora wê dest pê kir û di destpêka êrîşa xwe de nêzî 1,300 Kurdên Êzdî komkuj kirin, herwiha zêdeyî 6,400 keç, jin û zarokên Êzdî revandin ku zêdeyî 3,500 kes ji wan keç û jin bûn.

Tevî ku hejmarek keç û jin ên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, lê hêj jî nêzî 1,300 kes ji wan mane û çarenivîsa wan nayê zanîn.