Teqe li serokwezîrê berê yê Japonê hat kirin û bi giranî birîndar e

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan Shinzo Abe Japon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Japonê Shinzo Abe li bajarê Nara li rojavayê wî welatî di dema birêvebirina kampîneke hilbijartinê de rastî bûyereke teqekirinê hat û bi giranî birîndar bû.

Televîzyona Fermî ya Japonê NHK ragihand, Shinzo Abe di demekê ku li bajarê Nara beşdarî kampîneke hilbijartinê bûbû, rastî êrîşê hatiye û hatiye birîndarkirin.

Li gor medyaya fermî ya Japonê, Abe ji bo piştgirîkirina kampîna hilbijartinê ya namzedê Partiya Lîberal Demokrat gotarek pêşkêş dikir ku dengê guleyan hat bihîstin.

Televîzyona fermî ya japonê ji zarê jinekê ve belav kiriye, dema Abe mijûlî axaftinê bû, zilamek ji pişt ve ber bi wî ve hat û teqe li wî kir.

Bi gotina wê şahida bûyerê, dengê guleyê yekem wek lîstikekê bû, ew neket, paşê dengekî mezin hat û teqeya duyem bêtir xuya bû. Pirûşkê agir û dûkela ji çek dihat dîtin. Piştî teqeya duyem, xelk li derdora wî kom bûn.

Çavkaniyekî ji partiya Shinzo Abe ji medyaya Japonê re ragihandiye, Abe ji stuyê xwe ve birîndar bûye.

Serokwezîrê berê yê Japonê ku bi giranî birîndar bûbû, bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.

Kesê êrîşkar hatiye desteserkirin û li gor medyaya Japonê navê wî Yamagami Tetsuya û 41 salî ye. Herwiha hêzên ewlekariyê dest danîne ser çeka kesê êrîşkar.

Cîgirê Sekreterê Kabîneya Japonê yê ji bo karûbarên giştî, Koichiro Matsumoto ragihandiye, ev êrîşek hovane ye û gotiye,  Hikûmet bi tundî vê êrîşê şermezar dike.

Hikûmeta Japonê ku di destê partiya Shinzo Abe de ye, ragihandiye ku derbarê bûyerê de komîteyeke taybet a lêkolînê pêk aniye.

Shinzo Abe di navbera salên 2012-2020 de serokwezîrê Japonê bû. Abe du sal berê ji ber sedemên tenduristiyê dev ji postê berda.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst