Swêd bi yasayeke nû li dijî zewicandina zarokan derket

08-07-2019
RÛDAW
Nîşan Swêd Zarok Zewicandina zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikumeta Swêdê, ji bo rêlibergirtina zewicandina zarokên temenbiçûk yasayeke nû amade kir. Bi vê yasaya ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, zarokên keç ên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, bêyî ku delîlekê pêşkêş bikin dê bikarin doza yasayî li dijî malbatên xwe vekin.


Li gor vê yasayê piştî doz û giliyên wan zarokên keç ên ku ji aliyê malbatên xwe ve bo zewacê zext li wan tê kirin û hewl tê dayîn bo derveyî Swêdê bên derxistin, dewlet bêyî ku li delîlekê binêre, karûbarên yasayî dide destpêkirn û rê nade ku ew malbat derkeve derveyî welat.


Aktîvîstê kurd Şivan Amedî, ragihand ku ew yasaya hatiye derxistin bandorê herî zêde li ser malbatên biyanî dike û got, “Dibe ku ev yasa bikêrî ew kesên ku li dijî penaberan e bê, ji ber ku ev biryar zêdetirîn karîgeriyê li ser malbatên biyanî dike.”

 

Weke astengek tê dîtin li pêşiya têkilbûna diyaspora û xelkê xwecihî

 

Amedî bibîr dixe li Swêdê hejmareke zêde ya yasayên ku koçberan diparêzin hene û wiha pê de diçe, “Di saziyên dewletê de nêzîkbûna li hemberî malbatên biyanî ne baş e. Bi vê yasayê rêgiriyek li pêşiya avakirina têkliyên malbatî di navbera xelkê biyanî û xelkê xwecihî de çêdibe.”


Aktîvîstê kurd diyar dike, li nav koçber û xelkê biyanî zewicandina di temenekî biçûk de berbelav e û dibêje, “Em agahdarî vê rewş û rastiyê ne, lê ez di wê baweriyê de me ku pêwîstî bi yasayeke wiha tund jî tune bû. Em weke malbatên biyanî yên li Swêdê, pêwîstiya me bi ronîkirin û agahdarkirineke zêdetir heye.”


Sivan a ku xwediya 3 zarokan e û li Swêdê dijî, derbarê vê yasayê de dibêje, ew ne mihafezekar e lê bi vê yasayê kêşe di navbera wê û zarokên wê de dirûst bûye.


Sivan ku dayika 2 keç û kurekê ye, dibêje ev yasa hinekê metirsîdar e û wiha pê de diçe, “Ev biryar piştevaniya wan ciwanên ku li dijî malbata xwe serî hildidin dike. Rê li ber wê digire ku malbat bi şêweyekî hevaltiyê jî nêzikî zarokên xwe bibin.”

 

 “Dibe ku keçên min li hemberî min serî hildin”

 

Koçbera kurd dibêje ew ditirse keçên wê li gor vê yasayê li dijî wê derbikevin û axaftina xwe wiha didomîne, “Ez têkilî biryarên ji bo pêşeroja kêçên xwe nabim. Li min tênagihijin û em bi vê yasayê zêdetir ji hev dûr dikevin. Ez nîgeranim ku îsal li gel min neyên bo Kurdistanê. Ji ber acizbûna rêwitiyê li gel min neyên û heta min gilî jî bikin.”


Di nav diyasporaya kurd de mijara birina zarokên keç bo Kurdistanê û zewicandina wan di temenî biçûk de gelek berbelav e. Li gor agahiyên Rûdawê, hinek malbat zarokên xwe yên keç dibin Kurdistanê û li wir sinet dikin.


Li gor daneyên ji rêxistinên parastina mafên zarokan ên li Fînlandiyayê hatine bidestxistin, di salekê de li Fînlandiyayê 4, li Swêdê 3 û li Awîstiralyayê jî 2 zarok bo Kurdistanê hatine revandin. Li Almanya û Brîtanyayê jî bûyerên bi vî rengî hatine tomarkirin.

 

Sahand Kemal ku xebatkarê rêxistina KYEOyê ye, dibêje, “Bi dehan mijarên zewicandina di temenekî biçûk de, sinetên zarokên keç û revandina zarokan, di raportên wan de hatine tomarkirin.


Hikûmeta Swêdê, ji bo rêlibergirtina zewicandina zarokên keç di temenekî biçûk de, sala 2014an yasayek derxist. Di çarçova vê yasayê de gelek malbatên kurd ji aliyê hikûmeta wî welatî ve rastî sizayên giran hatin.

Li gor vê yasaya ku nû hatiye pesendkirin, dewlet li gor giliya zarokekî rê li ber geşta wê malbatê digire ku derkeve derveyî Swêdê.


Ev yasa erk dide hêzên ewlekariyê ku lêpirsînê li ser malbatên gumanbar bike. Ango eger gilî û an jî serîlêdana dadgehê nebe jî, dewlet dikare rê li ber wê malbata gumanbar bigire ku derkeve derveyî welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst