Ji Beyonce banga protestoyê

08-07-2016
RÛDAW
Nîşan Beyonce Philando Castile Alton Sterling
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Stranbêja navdar Beyonce ji hezkerên xwe xwst ku ji bo 2 reşikên li Amerîkayê hatine kuştin çalakiyan lidarbixin.

 

Heftaya bor welatiyên bi navê Philando Castile û Alton Sterling ên reşik li eyaletên Louisiana û Minnesota ji aliyan polîsan ve hatibûn kuştin.

 

Li Amerîkayê piştî kuştina herdu kesan xwepêşandan hatin lidarxistin.

 

Beyonce jî li Skotlandê di konsera xwe de ji hezkerên xwe xwest ku bertekên xwe li hemberî bûyerê nîşan bidin.

 

Stêrka cîhanî navbir da konserê û li ser ekranên sinevîzyonê navên Philando Castile û Alton Sterling derket.

 

Beyonce piştre ji beşdariyan  re got, hêrsa xwe di protestoyan de derbixin.

 

Herwiha Beyonce li ser malpera xwe ya fermî jî derbarê bûyerê de nameyek belav kir. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst