Komîsyona YEyê: Ukraynayê ji bo tevlîbûna YEyê hemû merc bi cih anîne

08-06-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Komîsyona Ewropayê Yekîtiya Ewropayê Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Ukraynayê ji bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê hemû şert û merc bi cih anîne

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku Kîev di reformên ji bo parastina mafên kêmneteweyan, li dijî gendelî û lobîtiya siyasî de bi ser ketine.

Tê payîn ku wezîrên Ewropî dê di nav du hefteyan de entegrasyona Ukraynayê gotûbêj bikin.

Şandeyên welatên Yekîtiya Ewropayê li ser pêşniyarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li ser destpêkirina danûstandinên bi Ukrayna û Moldovayê re li ser endambûna Yekîtiya Ewropayê li hev kir.

Ev agahî di brîfîngekê de ji aliya Nûnera Komîsyona Ewropayê Ana Pizoneroyê ve hat ragihandin.

“Niha biryar di destê welatên endam de ye”

Ana Pizoneroyê got, "Em di wê baweriyê de ne ku ev mijar qediya.

Me agahiyên nûvekirî pêşkêşî welatên endam kir û em di wê baweriyê de ne ku Ukrayna û Moldova hemû şert û mercan bi cih anîne.

 Niha biryar di destê welatên endam de ye."

Mercên sereke yên ji bo endamtiya Ukraynayê: reformên dijî gendeliyê, sînordarkirina lobîtiya siyasî, rêbazên ragihandina mal û milkên ji bo karbidestan û parastina zimanên kêmnetewan bûn.

Dîplomatên Yekîtiya Ewropayê 12ê Hezîranê dê vegerin li ser gotûbêjkirina entegrasyona her du welatan a bi Ewropayê re.

Gera yekem a gotûbêjan di navbera wezîrên derve de ji bo 25ê Hezîranê hatiye plankirin.

Astengiyên Macaristanê

Sedem jî ew e ku rola serokatiyê ya YEyê dê ji 1ê Tîrmehê ve derbasî Macaristanê bibe û dîplomatên Ewropî ji niha ve di nav danûstanên germ de ne da ku Bûdapeşt astengiyan dernexîne.

Macaristanê demeke dirêj pêşî li destpêkirina muzakereyên bi Ukraynayê re digirt.

Bûdapeştê 11 mijar li ser mafên hindikayiyan, bazirganî, têkoşîna li dijî gendeliyê, çandinî, bazara navxweyî û têkiliyên cîrantiya baş derdixistin pêş.

“Em ne li dijî endamtiya Ukraynayê ya YEyê ne”

Berê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kiribû ku Rûsya ti carî li dijî endamtiya Ukraynayê ya di Yekîtiya Ewropayê de derneketiye.

Putin gotibû, “Em her tim li dijî leşkerkirina axa Ukraynayê bûn, ji ber ku ewlehiya me tehdîd dike.

Ya ku em li dij bûn ev bû. Lê dema mijar dibe yekbûna aborî, ji bo Xwedê ev tercîha wan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst