Konseya Ewropayê: Divê Demirtaş û Yuksekdag demildest bên azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kir ku hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên azadkirin. HDP jî derbarê vê biryarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û ragihand ku eger  Demîrtaş û  Yuksekdag heta Îlonê neyên azad kirin, Tirkiye dê rûbirûyî dorpêçên nû bibe.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê roja Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an di biryareke xwe de careke din daxwaza azadkirina Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kirin ku derdora 7 sal in bi hinceta peywendiyên ligel rêxistinê di girtîgehên Tirkiyê de girtî ne.

Komîteyê navborî  di biryara xwe de bibîrxist ku Tirkiyê biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mefên Mirov a Ewropayê (AHÎM) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de cîbîcî nekiriye.

Parêzerê Selhattîn Demîrtaş Mahsunî Karaman  biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye û dibêje: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya îro de, tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê  û Komîteya Wezîran, nedayîna biryarekê ji aliyê  Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ve  rexnekiriye û banga azadkirina Demîrtaş careke din dûbare kir. Eger heta  rûniştina Îlonê neyê azadkirin Komîte dê pêngavên piştî wê binirxîne. Komîteyê herwiha daxwaz kir ku Fîgen Yuksekdag jî demildest bê azadkirin.”

Piştî vê biryarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û dibêje, “ Tevî hemû peymenên navdewletî ku Tirkiyê îmzekirine û hişyariyên ew saziyên ku endam e, daraza AKPê hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag  û hevalên me yên ku rehîn hatine girtin azad nake. Niha jî eger Selhattîn Demîrtaş û  Fîgen Yuksekdag heta Îlonê neyên azad kirin, Tirkiye dê rûbirûyî dorpêçên nû bibe. Dawiyê li siyaseta rehînekirinê bînin û hevalên me azad bikin.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Cotmeha sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Beşek ji cezayên girtîgehê jê re hatiye dayîn û proseya darizandina wî berdewam e. Demîrtaş piraniya caran bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinên dozên xwe dibe.

Encûmena Yekitiya Ewropayê di navbera rojên 9 û 11ê Adara 2021an çend civînên taybet li ser mafên mirov kirin. Girtina Selahattîn Demîrtaş û çalakvan û karsazê Tirkiyê jî yek ji mijarên wan civînan bû û di Hezîrana 2021an de daxwaza demildest azadkirina Demîrtaş û Kavala kiribû.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê jî roja 22ê Kanûna 2020an ragihand ku ti belgeyek zelal nîne ki Selahattîn Demîrtaş bi tohmeta terorê bê cezakirin û got: “Biryara hiştina Demîrtaş di girtîgehê de, bi hincetên siyasî ye.”

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kiribû ku bi  hezar û 500 euro qerebûya maddî û 25 hezar euro qerebûya menewî Demîrtaş qerebû bike û xerciyên dadgehê jî bide ku 31 hezar û 900 euro ne.

Herî dawî hevserokê yê HDPê Selahattin Demirtaş ligel Figen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn û bo girtîmayîna xwe di aliyê yasayî de îtiraz kiribûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 6ê Hezîrana 2023an de biryar da ku girtî hiştina wan binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye ji aliyê Tirkiyê ve.