Serokê Venezuelayê Maduro li Enqerê ye

08-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihişte Enqerê.

Nicolas Maduro dê îro 8ê Hezîranê demjimêr 4:30ê piştî nîvro li Koşka Serokkomariyê ji aliyê Erdogan ve bi merasîma fermî bê pêşwazîkirin.

Erdogan û Maduro di civînê de ku demjimêr 4:45an destpê dike dê peywendiyên Tirkiyê û Venezuelayê gotûbêj bikin û tê çaverêkirin piştî civînê di warê aborî de hejmarek girêbest bên îmzekirin.

Erdogan û Maduro dê piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst