Li Kanadayê êrîş bi ser malbata misilman hat: 4 mirî, 1 birîndar

08-06-2021
RÛDAW
Nîşan Kanada Êriş Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kanada otomobîlekê da ser malbatekê û 4 kes ji wan kuştin, zarokekî 9 salî jî bi giranî birîndar bûye. Polîsê Kanada dibêje, ew malbat bûye qurbaniya îslamofobiyê ango dijayetiya misilmanan.

Polîsê Kanada di daxuyaniya xwe de gotiye, di demekê de ku ew malbat li ser riya peyadeyan birêve diçûn, kesekî kamyona xwe ajotiye ser wan. Egereke zêde heye ku ew bûbin qurbanê tawaneke kîn û kerbê.

Berpirsê polîsan Paul Waight gotiye, belge hene ku ev êrîş bi enqest û di encama kîndariyê de hatiye kirin.

Ev êrîş li bajarê London ê wîlayeta Ontario pêk hat. Bi tenê zarokê 9 salî yê wê malbatê sax maye û niha li nexweşxanê tê çareserkirin, lê birînên wî jî giran in.

Di bûyerê de Syed Afzaal (46), hevjîna Madiha Salman (44), keça wî ya 15 salî Yumnah Afzaal, diya Syed Afzaal a 74 salî jiyana xwe ji dest dan û zarokê wan 9 salî Faez Afzaal jî birîndar bûye. Ev malbat bi eslê xwe ji Paskitanê ye û 14 sal berê koçî Kanadayê kirine.

Êrîşkarê bi navê Nathanial Veltmanê 20 salî jî 6 km dûrî cihê bûyerê bi tawana kuştina 4 kesan û qesta kuştina kesekî din hate girtin.

Li bajarê London ê ku êrîş lê pêk hatiye ji her 5 kesan 1 ji derveyî Kanada hatiye û biyanî ye. Hejmara herî zêde Ereb in. Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau diyar kir ku ew matmayî maye û ji bo alîkariya pêwîst ji kesûkarên wê malbatê re amade ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst