Li New Zelandê nexweşên koronayê neman

Hewlêr (Rûdaw) - New Zelandê di têkoşîna li dijî vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) de bi temamî biser ket û nexweşê herî dawî jî vegeriya mala xwe.

Ev 17 roj in, li New Zelandê kesek bi koronayê neketiye û nexweşê herî dawî jî baş bûye. Dîsa jî berpirsên tendurustiyê hişyariyê didin û dibêjin, eger heye ku kesek nexweşiyê ji derve li gel xwe bîne, divê xemsarî neyê kirin.

Serpereştyara Tendurustiya New Zelandê Ashley Bloomfield dibêje, ji 28ê meha Sibatê ve, cara yekê ye ku tu nexweşek nehatiye tomarkirin û ev jî nîşaneke girîng a nemana wê ye, lê divê xemsarî li hemberî Covîd-19 neyê kirin.

Li gorî pisporan, li welatekî weke New Zelanda ku hejmara niştecihan 5 milyon e, sedema serkeftinê rewşa coxrafî ya wî welatî ye ku dûrî dest e, û her wiha zîrekiya rêveberiya serokwezîra wî welatî Jacinda Ardern e.

New Zelandê roja 19ê Adarê sînorên xwe girtibûn, bi giştî hezar û 500 kes bi koronayê ketibûn, 22 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.