Fermandarê ku Che Guevara dîl girtibû mir

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Che Guevara Gary Prado Salmon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Generalê Bolîvyayî Gary Prado Salmon ê ku Ernesto Che Guevara dîl girtibû û bibû lehengê neteweyî, di 84 saliya xwe de mir.

Generalê Bolîvyayî Gary Prado Salmon di sala 1967 de, fermandariya operasyona tepeserkirina serhildana komunîst a ku ji aliyê Che Guevara ve dihate birêvebirin kir, ew operasyon ji aliyê sîxurên servîsa îstixbarata Amerîkayê ve dihat piştgirîkirin. Rojekê piştî dîlgirtina wî, efserekî Ernesto Che Guevara yê bi eslê xwe Arjantînî kuştibû.

Kongreya Bolîvyayê ji ber ku operasyona leşkerî ya li li başûrê rojavayê Bolîvyayê bû sedema girtin û kuştina Guevara, Gary Prado Salmon wekî qehremanê neteweyî îlan kiribû.

Li gorî BBCyê kurê Gary Prado Salmon bavê xwe wek kesekî hêja binav kir ku mîrateke "evîn, kesayet û wêrekiyê" hîştiye.

Di dema şerê sar a di navbera Amerîkayê û Yekîtiya Sovyetê de, Washington ji bandora komunîst a li Amerîkaya Latîn nîgeran bû ku di nav de çalakiyên Che Guevara jî hebûn.

Piştî serkeftina şoreşa Kubayê di sala 1959an de Che Guevara ji wir derket û li welatên din pêşengiya tevgerên gerîlayan kir. Che Guevara di heman demê de hevpeymanê nêzîk ê Fidel Castro jî bû û ji komunîstên cîhanê re bû lehengek.

Mario Teran, efserê ku Guevara kuşt jî sala borî canê xwe ji dest dabû.

Piştî ku Prado êrîşî koma gerîla ya di bin kontrola Guevara de kir, ji ber parastina rejîma leşkerî ew wek qehremanekî neteweyî hate îlankirin.

Prado, tevî leşkerên Bolîvyayî yên ku li Amerîkayê hatine perwerdekirin, li pey koma Che Guevara ya ku di destpêkê de hejmara wan 120 bû lê piştre daket 22an bûn.

General Prado ji sala 1981an vir ve piştî ku guleyek bi xeletî li omurilika wî ket li ser kursiyê dijiya. Wî pirtûkeke bi navê “Min çawa Che girt?” jî nivîsand.

Che Guevara piştî ku hat kuştin li cihekî dizî hat veşartin, di sala 1997an de hestiyên wî hatin dîtin û li Kubayê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst