Li Holandayê di navenda dengdanê de şer û pevçûn derketin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Holanda Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amsterdam a paytexta Holandayê, berî bidawîbûna proseya dengdana hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn derketin.

Li Amsterdam a paytexta Holandayê roja Yekşemê 7ê Gulana 2023an li cihê ku welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê deng didan alozî derket, grûpekê dirûşm gotin.

Piştî şer û aloziyan, polîsê Amsterdamê rewşa awarte ragihand. Li gor nûçeya Yusuf Ozkan ê ji BBCê, demek kurt berî bidawîbûna proseya dengdana hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li Amsterdamê, di navbera dengdêran de şer û alozî derket.

Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya polîs û ambûlansan ji bo cihê ku proseya dengdanê lê dihat meşandin, Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya RAIyê hatin şandin.

Dengdana li bajarên Lahey, Deventer û Amsterdam ên Holandayê ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin, bi dema herêmî êvara Yekşemê di demjimêr 21:00an de bi dawî bû.

Li gorî şahidan, demek kurt berî girtina sindoqan di navbera alîgirên berbijêrên serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de şer û pevçûn derket.

Li gor berdevkê Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya RAI ku dengdan lê dihat kirin, şer û pevçûn di navbera nûnerên her du partiyên siyasî yên li ser sindoqên dengdanê de derket.

Şahidekî ji weşana giştî ya Holandî NOS re got ku di rojên dawî de li ser proseya dengdanê li RAIyê alozî hebû lê di demjimêrên dawî yên proseya dengdanê de rewş ji kontrolê derket.

Berdevkê Polîsê Amsterdamê ragihand ku li cihê dengdana hilbijartinên Tirkiyê "bûyereke mezin" rû daye.

Rayedarên Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Amsterdamê diyar kirin ku ew ê li ser bûyeran daxuyanî nedin.

Hat diyarkirin ku piştî bûyerê nêzî 100 kesan li ser sindoqên li RAIyê mane û sindoq û pisûleyên dengan parastine.

Ji aliyê rayedarên Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Amsterdamê ve sindoqên dengdanê ji bo cihekî ewle hatin birin.

Pisûleyên ku li Holandayê hatin bikaranîn wê beriya 14ê Gulanê ji Tirkiyê re bên şandin.

Li aliyê din di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de gelek kesan îdia kirin ku ji ber nîqaşa di navbera endamên Partiya Çep a Kesk û Ocaxên Osmaniyan de pevçûn derketiye. Hat dîtin ku kesên çûne dengdanê bi kut û peynan li hev dixin û polîs jî wan ji hev dikin.

Di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de hat diyarkirin ku ji ber aloziyan gelek kes demeke dirêj li navenda dengdanê asê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst