YSK: Dengên li derve hatine bikaranîn 1 milyon û 650 hezar derbas kir

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) hejmara welatiyên ku li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengên xwe bikar anîne gihîştiye 1 milyon û 666 hezar û 824 kesan.

Bi armanca hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û li deriyên sînorî bikaranîna dengan heta 9ê Gulanê berdewam e û doh Yekşemê 7ê Gulanê hejmara dengên hatine dayîn 1 milyon û 650 hezar derbas kir.

Li gor amarên YSKê ji roja destpêkirina dengdanê û heta doh demjimêr 18:30an li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1 milyon û 666 hezar û 824 welatiyan dengên xwe bikar anîne.

Ji wan 1 milyon û 556 hezar û 469 deng li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û 110 hezar û 355 deng jî li deriyên sînorî hatine dayîn.

Di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li gor amarên YSKê li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1 milyon 526 hezar û 615 deng hatibûn bikar ananîn û ew jî %50.1ê dengên derveyî wî welatî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst