Zelensky: Me hemû sivîl ji Azovstalê veguhestin

08-05-2022
RÛDAW
Nîşan Azovstal Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymir Zelensky diyar kir ku wan hemû welatiyên sivîl ji Kargeha Metalurjiyê ya Azovstal a li bajarê Mariupolê veguhestine û ew hewl didin ku serbazên Ukraynayî yên ku li wir asê mane rizgar bikin.

Roja Şemiyê 7ê Gulana 2022an Serokê Ukraynayê Volodymir Zelensky di peyameke vîdeoyî de ji Kyivê ragihand ku wan bi alîkariya Xaça Sora Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî 300 jin û zarok ji Kargeha Metalurjiyê ya Azovstalê derxistine û birine cihên ewle.

Roja Înê 6ê Gulana 2022an Cîgirê Fermandarê Hêzên Azov ên Ukraynayê Sviatoslav Palmar ragihandibû ku 3 serbazên Ukraynayî dema hewl didan sivîlan veguhêzin hatine kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku nêzikî 2 hezar serbazên Ukraynayê li Azovstalê mane.

Rayedarên Ukraynayê destnîşan kirin ku nêzikî 100 serbazên di Azovstalê de birîndar in û naxwazin xwe radest bikin.

Roja Çarşemê 4ê Gulana 2022an Artêşa Rûsyayê ragihandibû ku ji bo veguhastina sivîlên ku di Kargeha Metalurjiyê ya Azovstalê de mane, ew dê ji roja Pêncşemê heta Şemiyê korîdoreke mirovî vekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst