Trump û Putin destwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîkayê de gotûbêj kirin

08-05-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Rûsya Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên Amerîka û Rûsyayê peywendiyeke telefonî encam dan û pirsên wek belavbûna vîrusa korona, nakokiyên atomî yên navbera Waşington û Moskow, destwerdanên Rûsya di hilbijartinên sala 2016 ên serokatiya Amerîkayê û hin mijarên din gotûbêj kirin.

Donald Trump di çarçoveya civîna xwe ya li gel Hakimê Wîlayeta Teksasê aşkere kir, ku roja Pêncşemiyê Seorkê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya peywendiyeke telefonî têkilî bi wî re kiriye û bi hev re axivîne.

Di vê peywendiya telefonî de, Trump destwerdanên Rûsyayê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de wek xapandinekê bi nav kiriye û ji Putin re gotiye, niha derketiye holê ku mijara destwerdanên Rûsyayê di hilbijartinan de telikek (xefikek) bûye û niha rastî aşkere bûne û derketiye holê ku ew destwerdan rast nebûye.

Pêştir dihat îdiakirin, ku Rûsyayê ji bo berjewendî û serkevtina Trump, destwerdan di hilbijartinên serokatiya Amerîakyê de kiriye.

Ew gotinên Trump derbarê destwerdanên Rûsyayê di hilbijartinên welatê wî de piştî wê yekê tê, ku dadgeha Amerîakyê biryara bêtawaniya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê yê berê Michael Flynn da. Flynn hatibû tohmetbarkirin ku di dema kempînên hilbijartinan ên tîma Trump de peywendiya wî li gel Rûsyayê hebûye û ji ber wê yekê jî ji kar hatibû dûrxistin.

Her di wê peywendiya telefonî de, Putin bi helkevta derbasbûna 75 salan di ser bidawîhatina şerê cîhanî yê duyem re, pîrozbahî li Trump kiriye.

Trump jî ji hevtayê xwe yê Rûs re ragihandiye, ku ew amade ne di pirsa rûbirûbûna vîrusa koronayê de alîkariya Rûsyayê bikin  û amûrên henasedanê ji wan re dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst