Xelkê Rûsyayê behsa serkeftin û kêmasiyên Pûtîn dikin

08-05-2018
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûsya Vladimir Pûtîn Xelk Nêrîn Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Peyamnerê Rûdawê nêrîna xelkê Rûsyayê ya derbarê serkeftî û kêmasiyên Vladîmîr Pûtîn di maweya serokatiya wî wergirt.

 

7 Gulanê Vladîmîr Pûtîn bi awayekî fermi dest bi erka serokatiya Rûsyayê kir.

 

Di hilbijartinên 18 Adarê de Vlademir Pûtîn ji nava 8 namzedan bi rêje ji sedî 76,7 dengan cara çaremîn bo posta serokatiya Rûsyayê hat hilbijartin.

 

Peyamnerê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şedadî  ev pirs ji niştecihên bajrê kir “Bi nêrîna we hêlên serkeftî û kêmasiyên Vladîmîr Pûtîn di maweya serokatiya wî ya borî de çi bûn?”

 

Welatiya Rûsyayê Marîna Grîşîna wiha bersiva pirsê da: “Bi nêrîna min belenên ku hatibûn dayîn di pratîkê de pêk ne hatin. Bê guman, dibe ku berpirsiyariya wezîrên hikumtê jê te de hebûn, lê dema serokê dewletê belên dide, dive berpirsiyar jî ew be."

 

Welatiyê bi navê Sergey Golûb jî got: “Serkeftina wî ew bû ku, wî hêza Rûsyayê di qada navneteweyî de nîşan da. Lê di siyaseta navxweyî de her tişt xirab e. Yek ji kêmasiyan wî yên sereke jî, tunebûna azadiya ramanê ye.”

 

Şêniya Moskow ê Svtlana jî wiha axifî: “Di serokatiya Vladîmîr Pûtîn de Rûsya weke dewletek zilhêz ciyê xwe baş girt. Pêgeha me jî weke dewlet, li cîhanê mezintir bû."

 

Vêra Aleksandrovna- Şêniya Moskow: "Ji bo vegerandina Kirimê nav Rûsya ez spasdariya wî dikim. Bi hewildana Pûtîn, Kirim bû beşekî Rûsyayê û ev yek serkeftina wî ya herî mezin e. Ez ji ber wê yekê gelekî şa me. "

 

Xelkê wiha bersiva pirsa duyam a Kamîz Şedadî  “Gelo dema ku rewşa îroyîn a Rûsyayê di warê aborî, darayî, dîplomasî û siyasî de berçav bê girtin, hêviya we ji qonaxa nû ya serokatiya Pûtîn çi çiye?” da:

 

Marîna Grîşîna: "Ez li benda ti guhertineke bingehîn nînim. Bi nêrîna min, şêwaza rêveberiya wî ya monarşiyê  dê hîn zêdtir xurtir bibe. "

 

Sergey Golûb: “Bê guman hîn guhertin dê şê bibin, lê dema ku em nirxa dolar û ewroyê dinêrin, bi nêrîna min, dê guhertinên nrênê ji yên erênî zêdetir bibin. "

 

Svtlana: “Hêviya min ew e ku êdî ew cezayên ji derve bidawî bên. Bê guman, ev yek dihêle ku pîşesaziya me û sektora me ya kiştûkalî pêş bikeve, lê ji aliya din em li pişt perdeyê girtî de dimînin.”

 

Alksandr: “Heta ku em aboriya xwe li ser bingeha berhemînan û teknolojiya nûjen ava nekin, bê guman her tişt ji rewşa berê xirabtir bibe"

 

Pûtîn 6 salên din, an ku ta sala 2024-an dê seroktiya Rûsyayê bike. Pûtîn belên da ku di 4mîn qonaxa serokatiyê xwe de ewê hêza Rûsyayê hîn xurtir bike û rewşa aboriya gel dê baştir bibe. Vê gave Rûsya di bin cezayên aborî û daryî yên dewletên rojavayî de ye. Nêzî 30 dewletên biyanî dîplomatên xwe ji Rûsyayê kişandine. Nirxa dirava Rûsyayê her ku diçe erzantir dibe. Bi gotinên Pûtîn bixwe, hejarî pirsgirêka sereke ya Rûsyayê ye.

                 

Cara pêşîn Pûtîn sala 2000 an bû serokê Rûsyayê.  2004-an dubare ji hilbijartinan yekemîn derket û çar sal serokatî kir.  2008an ji ber ku li gorî destûr nikare ji du caran zêdetir serokatiyê bike,  derbasî postê serokwezîrtiyê bû.  2012an Pûtîn jinûve bû namzed û bi ser ket û 6 salan serokatî kir.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst