Encamên ne fermî yên hilbijartinên Brîtanyayê

08-05-2015
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Hilbijartin
A+ A-

London (Rûdaw)- Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê, Partiya Koservatîv (Torres) bi serkirdayetiya David Camiron di serî de ye, ku 325 kurdî bi dest xistiye. Herwiha û Partiya Karkeran bi serkirdayetiya Ed Milband  jî 232 kursî bi dest xistiye.

Proseya hejmartin û veqetandina dengan li Brîtanyayê serê vê sibehê bi dawî hat û tê çaverêkirin di çend saetên bê de encamên fermî yên hilbijartinên ku duh hatin kirin, bên ragihandin.

Eger encamên destpêkê rast bin, David Camiron wê ji bo cara duyem li pey hev bibe serokwezîr û hikûmeta nû ya Brîtanyayê ava bike.

Li Skotlandayê Partiya Karkeran li hember Partiya niştimanî ya Skotlandayê rastî şikestineke mezin hatiye, ku kariye 56 kursiyan bi dest bîne, û sala 2010 jî wê partiyê tenê 7 kursî bi dest anîbû, lê vê carê karî 49 kursiyan zêde bike, ev jî serkeftineke mezin e ji wan re.

Herwiha li gor encamên ne fermî, Partiya Lîbral 12 kursî bi dest xistine û Partiya serbixwe ya Brîtanya jî 2 kursî bi dest aniye. Herwiha partiyên din jî hemûyan 19 kursî bi dest xistine.

Piştî 38 rojan ji kampanyaya hilbijartinan, duhî navendên dengdanê li pêşiya welatiyan vebûn, da ku 650 nûnerên xwe bo Parlamentoya Brîtanyayê hilbijêrin, ku bo avakirina hikûmetê divê herî kêm 326 parlamanter deng bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst